“ÇARESERÎ BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ YE”
HEVSEROKÊ KCD’Ê BERDAN OZTURKWÊ ERDOGAN HESABÊ BIDE
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk pêşketinên dawîn ji ajansa Mezpotamyayê re nirxandin.
Der barê daxuyaniyên şefê rejîma faşîst Erdogan ên li ser Îmraliyê jî hem di milê siyaset hem jî di milê exlaqî de weke bêcidiyetî bi nav kir.
Ji bo minawreyên Erdogan, Ozturk pênaseya pragmatîzmê kir û destnîşan kir ku pirsa kurdî bi pragmatîzmê çareser nabe. Der barê çareseriya pirsgirêkan û doza kurdî jî Ozturk weke navnîşan Îmralî nîşan da. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku bi hisab û minawreyên bi vî rengî Erdogan wê nikaribe desthilata xwe li ser piyan bigre.