HEWLDANA AVAKIRINA HEVGIRTINA RÊYA 3.
TOP Û EHP: EMÊ BI HEVGIRTINÊ KARIBIN REWŞ Û QEDERA WELÊT BIGUHERÎNIN
HDP bi civîna 18’ê çilê ya bi 8 partî û rêxistinên çepgir û sosyalîst starta avakirina rêya 3’mîn da.
Partiyên siyasî û derdorên demokratîk li dijî tifaqa AKP-MHP û tifaqa Milet ya CHP û Îyî Partî, hevgirtina rêya sêyemîn wekî hêvî û alternatîfeke ji bo guhertinê û rizgariya ji faşîzmê dibînin.
Berdevka Partiya Azadixwaz a Civakî (TOP) a Stenbolê Pelîn Kahîlogullari li ser hevgirtinê ji Jinnewsê re axivî.
Pelîn Kahîlogullari hewldanên hevgirtina rêya sêyemîn ên HDP’ê ji bo demokrasiya Tirkiyê wekî gaveke girîng dibîne û dibêje: Wê ev rêya sêyemîn karibe ji bo gelan bibe alternatîfek.
Berdevka Partiya Tevgera Kedkaran EHP ya Stenbolê Ozge Akman jî diyar kir ku bi hewldanên HDP’ê bingeheke baş derket holê.
Ozge Akman zilma faşîzma AKP-MHP’ê û krîza aborî ya li Tirkiyê jî destnîşan kir û got: Emê karibin bi têkoşîna hevpar rewş û qedera welêt biguherînin.