XETERÎ LI SER HER FERDEK BAŞÛR HEYE!
WEYSÎ TALLÎ / WELAT
Di ketina sala nû de jî dagirkeriya tirk bi hemû hovîtiya xwe êrişên xwe yên li ser sivîlan bi taybet li başûr û rojavayê Kurdistanê bênavber dewam dike.
Li vir mijara me ya esasî, başûrê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk a dagirker a li ber berxwedana gerîla û derbên giran ên ji destê gerîla dixwe, neçar ma ku ji gelek deveran hê serê meha nîsana 2021’ê ketibûn, vekişiyan û rev reva xwe reviyan.
Artêşa tirk a li ber gerîla bê çare ma, niha li deverên nêzî sivîlan ên başûrê Kurdistanê bicih bûne, dest bi girtin û revandina sivîlan kiriye.
Di 31’ê kanûna 2021’ê de leşkerên dewleta Tirk 2 ciwanên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa yên xelkê gundê Dayla yê Sîdekan a Biradostê revandin û birin Tirkiyê. Li aliyê din agahiyên hatin girtin li herêma Biradostê jî gundê ku herdu ciwan lê hatine revandin, hatiye dorpêçkirin, rê nade kes biçe û bê.
(…)
Rastî ev mijarek sosret e. Ji bo wê divê xelkê başûrê Kurdistanê rewabûna, Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdisanê û dîsa hikûmetê lêpirsîn bike. Dest ji van partî û hîzban berde, bi xwe zendûbendan hilde û li ber vê rabe.
Îro eger ku dor hatiye ji nava gundan kesan direvînin, sibe wê li nava Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Zaxo, Helebce û gelek deverên din birevînin. Jixwe em dizanin li van deran MÎT û îstîxbarata tirk gelek kes xistine dewrê û kiryarên xirab li ser welatparêz û dilsozên têkoşînê dike.
(…)
Li aliyê din ve welatparêzên kurd Hasan Kaçar û Gongur Alp li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker, ji Hewlêr tên derxistin. Ne hikûmeta Başûr li ber vê dibe xwedî helwest û ne jî Saziya Neteweyên Yekbûyî ya Koç û Koçberan. Ev jî nîşan dide ku lihevkirine çavên xwe li hev bigirin.
Ji bo wê êdî jiyan ji bo welatparêz û têkoşeran li Başûr hatiye hatiye qedexekirin û mafê wan ên jiyanê nîne. Lê li aliyê din Başûr bûye cihê MÎT, îstîxbarat û cehşên rejîma Baasê.
(…)
Rewşeke cidî li ber xelkê Başûr heye. Desthilata herî mezin ango xwediyê vê xakê, hûn gel in. Erk û misyona we ye, tenê bikevin ferqa vê yekê û li ber bibin xwedî helwest.