Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ayten Dêrsim: ‘Di şexsê Sakîne Cansiz de bi giştî tevgera azadiya Kurdistanê hat hedefgirtin’

 

ENDAMA KOORDÎNASYONA PAJK’Ê AYTEN DÊRSIM:
DI ŞEXSÊ SAKÎNE CANSIZ DE BI GIŞTÎ TEVGERA AZADIYA KURDISTANÊ HAT HEDEFGIRTIN

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê PAJK’ê Ayten Dêrsim, beşdarî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû.

Ayten Dêrsim, di salvegera 9’an de bi berfirehî li ser komkujiya Parîsê sekinî.

Diyar kir ku dewleta Tirk tetikkêşiya vê kokujiyê kiriye, lê ne bitenê ye.

Dewleta Tirk bi tena serê xwe nikare vê komkujiyê bike.

Dema ku em li rola dewleta Tirk a li dijî tevgera me dinihêrin dibînin ku her tim wekî qerdiyanek rol girtiye.

Helbet MÎT’a tirk di nava karde ye lê ne bi tenê ye.

Serî de Fransa hêzên navnetewî li pişt in.

Di vir de ya hedef hatiye girtin bi giştî tevgera azadiyê ya Kurdistanê ye.

Ji ber ku heval Sara, yek ji hêza pêşeng û damezrênera vê tevgerê ye.

Mîlîtan û şoreşgera vê tevgerê ye.

ENDAMA KOORDÎNASYONA PAJK’Ê AYTEN DÊRSIM:
EM Ê BI MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ HESABÊ KOMKUJIYA PARÎSÊ BIPIRSIN

Ayten Dêrsim, diyar kir ku bi mezinkirina têkoşînê ew ê bersiv bidin komkujiyê.

Ne doh, ne îro û ne jî sibê wê têkoşîna me ne sekine.

Em ê her tim têkoşînê mezin bikin û hesabê bipirsin.

ENDAMA KOORDÎNASYONA PAJK’Ê AYTEN DÊRSIM:
BI ŞEHADETA HEVAL SARA EV TEVGER BÛ GERDÛNÎ

Endama Koordînasyona PAJK’ê bi berdewamî diyar kir ku bi şehadeta heval Sara, tevgera wan kiriye gerdûnî.

Di vê komkujiyê de armanc ew bû ku çok li tevgerê deynin û dawî lê bînin.

Lê dema em li kevneşopiya têkoşîna 9 salan dinihêrin dibînin ku berovajî vê yekê pêk hat.

Di şexsê heval Sara de tevgera me vê yekê îspat kir;

Ev îdeolojî û êdî erdnîgariya Kurdistanê derbas kiriye û li Rojhilata Navîn belav bûye.

Ji rojhilata Navîn jî derketiye û bûye gerdûnî.

ENDAMA KOORDÎNASYONA PAJK’Ê AYTEN DÊRSIM:
HEVAL SARA PÊŞENGA XETA AZADIYÊ YA JINÊ BÛ

Têkildarî têkoşîna Sakîne Cansiz jî Ayten Dêrsim bal kişand ser rola wê ya pêşeng.

Heval Sara her tim digot; teqez divê ev jin were rêxistinkirin, tevlî şoreşê bibe.

Ji ber vê yekê jî li wê erdnîgariyê gelek jin tevlî tevgerê bûn.

Heval Sara, ji civakê dest pê kir û têkoşîna jinê pêş xist.

Bi tevlîbûna xwe ya şoreşê jî jinan kişand nava têkoşîneke bi rêxistinkirî.

Ji ber vê yekê ye ku Rêber Apo; heval Sara wekî xeta azadiyê ya jinê pênase dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv