ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ HERÊMÊN XWESER
NAVÇEYA ŞERA Û GUNDÊN ŞEHBA TOPBARAN KIRIN
Dewleta Tirk a dagirker her roj hewl dide li dijî gelên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûrî komkujiyên nû bike.
Artêşa tirk û komên çeteyên wê ji şeva 31’ê Kanûnê ve ji deverên dagirkirî êrişî herêmên xweser dikin.
Êrişa pêşî li dijî gundên navçeya Şera û Şehbayê pêk hatin û di 1’kê kanûnê de jî berdewam kir.
Bi dijwarê gundên Keferanton, Elqemiyê, Merenazê, Şewarqa, gundê Minixê û balafirgeha wê hatin topbarankirin.
Her wiha gundên Hîşê, Fatsa, Cehbel û Rêya M4 yên li Rojavayê Eyn Îsa jî bi dijwarî hatin topbaran kirin.
Di seatên êvara 1’ê Çileyê de jî, di hedefa artêşa tirk û çeteyên wê de avahiya Şaredariya Gel a navçeya Zirganê hebu.
Avahiyê Şaredariya Gel bi moşek û hawnan hatin hedef girtin.
Di encamê de ziyanên madî gihaştin avahiyê û wesayîtên derdorê.
Divê navberê de, li dijî Efrîniyên koçberî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûne terora girtin û binçavkirinê jî hebûn.
Di çend rojên derbasbuyî de 15 kesên xelkê Efrînê, li Hatay, Mêrsîn, Kilîs, Amed û Dîlokê hatibûn binçavkirin.
Tê gotin dewleta tirk wê 10 Efrînî dersînor bike û wê radestî komên çeteyên xwe bike.