HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK
“SEBEBA KRÎZA ABORÎ LI TIRKIYÊ ŞER E, DIVÊ HER KES VÊ YEKÊ BIBÎNE Û LI BER RABE”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di bernameya taybet a Stêrk Tv de yek ji mijarên ku nirxand krîza aborî ya li Tirkiyê bû.
Cemîl Bayik krîza heyî spart polîtîkayên şer ên dagirkeriya Tirk û got, desthilatdariyeke ewçendî zalim e ku tenê li xurtkirina xwe difikire û civakê qels dike.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir, ku Tayîp Erdogan tevahiya derfetên gel ji bo şerê qirkirina gelê Kurd bi kar tîne û wiha got:
Cemîl Bayik weke çare jî got, kengî her kes li dijî êrişên qirkirinê yên li ser gelê Kurd sekinî wê krîza aborî ji holê rabe.
HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK
“HEKE DESTHILATDARIYA AKP-MHP’Ê HILDIWEŞE, EV ENCAMA TÊKOŞÎNA ME YE”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê li dijî polîtîkayên rêjîma faşîst a AKP-MHPê û bal kişand ser rûxîna wê:
Cemîl Bayik destnîşan kir, ku AKP-MHP jî bi vê yekê baş dizanin û ji ber vê yekê êrişên xwe li dijî tevgera azadiyê û Kurdan zêde kirine.