PARLEMENA HERÊMA KURDISTANÊ KET BETLANEYÊ
WÊ HETA DESTPÊKA MEHA ADARÊ GIRTÎ BIMÎNE
Parlementoya Herêma Kurdistanê her sal bi caran, dikeve betlaneyê.
Ev betlaneya parlemenê 4 mehan dewam dike.
Li Herêma Kurdistanê bi dehan pirsgirêk lê hene û cihê çareserkirina wan jî parlemen e.
Tevahiya salê bi taybetî ji ber krîza aborî xwendekar, karker û karmend li qadan bûn.
Nedana mûçeyan, netayînnekirina mamosteyan û nedana xercên xwendekaran rê li ber nerazîbûnê vekiribû.
Bi taybetî jî xwendekarên zanîngehan di serî de li Silêmanî, li gelek deveran çalakiyên girseyî li dar xistibûn.
Di tevahiya çalakiyan de bang li hikûmeta herêma Kurdistanê û parlemenê hatibû kirin, ku bi erka xwe ya çareserkirina pirsgirêkan rabin.
Dîsa ji ber ku dagirkeriya Tirk 23’yê Nîsanê li dijî Başûrê Kurdistanê êrişeke berfireh da destpêkirin, bêhelwestî û bêdengiya parlemenê dihat rexnekirin.
Ji ber vê yekê dewleta Tirk êrişên xwe heta îro jî didomîne û rojane çiyayên Kurdistanê bombe dike.
Ev pirsgirêk û çareseriya wan hemûyan li ber deriyê Parlemena Herêma Kurdistanê ne.
Lê parlemen ji bo 2 mehan ket betlaneyê wê heta destpêka meha Adarê girtî bimîne.