Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Seydayên Kurd sûcdariya terorîst red kirin: ‘Ziman ayeteke xwedê ye, qedexekirina Kurdî sûc e’

 

SEYDAYÊN KURD SÛCDARIYA TERORÎST RED KIRIN
MELE YUSUF: ZIMAN AYETEKE XWEDÊ YE, QEDEXEKIRINA KURDÎ SÛC E

3’ê tirmeha 2021’an 28 endamên Komeleya alimên alî DİAYDERê hatin binçav kirin. Ji wan, hin seyda bi hinceta ku xutbe bi kurdî xwendine û nimêja sivîl dane, kirin hatin girtin.

6 meh pişt re îftirayeke din li wan hat kirin. Bi hinceta endametiya rêxistinê ne doz li wan hat vekirin.

Di îddianamê de weke delil hatiye nişandan, gotinên ku seydayan bikaranine yên weke “Civak, Bawermend, Heja, Jiyan, Henber, Rûmet, Taybet” ne kurdî ne, tenê zimanê rêxisitnê ye.

Seyda Yusuf Înal ku 31 salan di nava diyaneta tirk de meleti kiribû, piştî teqawutê niha weke endamê DIAYDERê xizmet dike da xuya kirin rêvebirên AKP’ê bi psikolojiya suçdaran hewl didin sûçên xwe veşêre.

Seyda Yusuf got: ji kirîza ekonomik bigire heta her cure pirsgirêkên li Tirkiyê hikûmet berpiriyar e, lê di gel ku dizanin ku em girêdayî ti partiyeke siyasi nînin û tenê cemaateke îslamine jî, me bi teroristiyê suçdar dikin.

Seyda Yusuf da diyarkirin ku li şaredariya Stenbolê di dema rêvebiriya AKP’ê de seydayên girêdayî mezheba Şafîî ti car nehatine wezîfedar kirin, lê di dema Ekrem İmamoğlu de rewş guherî hin oldarên Şafii jî hatine wezîfedar kirin, rêvebirên AKPê ji vê rewşê aciz bûnû niha dixwazin bi iftirayan van seydayên kurd weke terorist nişand bidin.

Seyada Yusuf wiha axivî: Di îslamê de îftira suçek giran e. Em ne endamê ti partiyeke siyasî ne, tenê bi zimanê xwe yê kurdî di xizmeta civaka xwe de ne. Ziman ayetek xwedê ye, xutbeya bi kurdî weke suç nikare were dîtin. Dijmunahiya li ziman dijmunahiya li xwedê ye. Ez mecbûrin bi zimanê civakê biaxivin. Em ne terorist in, yên terorist ew kesin yên îftia li mahsûman dikin.

Seyda Yusuv Înal bang li hukumetê kir ku dev ji suçdarkirina melayên kurd berde.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv