BOMBEKIRINA ROJNAMEYA OZGUR ULKE
3’Ê KANÛNA 1994’AN LI STENBOLÊ AVAHIYA ROJNAMEYÊ BOMBE KIRIN
3’ê Kanûna sala 1994an li dijî avahiyên Rojnameya Ozgur Ulkeyê yên Stenbol û Enqerê êrişên hemwext ên bombeyî pêk hatin.
Di encama êrîşa li dijî avahiya navendî ya li Stenbolê de xebatkarê rojnameya Ozgur Ulke Ersîn Yildiz şehîd bû, 23 kes jî birîndar bûn.
15 roj şûnde bi belgeyan derket holê ku êriş bi fermana serokwezîra wê demê Tansu Çîller pêk hatiye.
Tevî vê êrişa hovane jî xebatkarên ragihandina azad rojek piştî êrişa bombeyî rojname bi 4 rûpelan amadekirin û bi manşeta “wê ev agir we jî bişewitîne” çapkirin.
Îro jî Hikûmeta AKP’ê bi fermana serokomarê Tirk Erdogan ji bo bêdengkirina çapemeniya azad çi ji destê wê tê dike.
Ji sala 1990’an heya niha bi kêmanî 76 xebatkarên çapemeniya Kurd hatin kuştin.
Lê belê tevî êrîş û zextan hemûyan jî kevneşopiya çapemeniya azad dewam dike û rastî di tariyê de namînin.
Di heqê salvegera bombekirinê de xebatkarê rojnameyê yê wê demê Îrfan Uçar ji ajansa Mezpotopamyayê re axivî.
Îrfan Uçar derbarê pêvajoya beriya êrişê û piştî êrişî de agahî dan û diyar kir ku mîrate û kevneşopiya Rojnameya Ozgur Ulkeyê hê jî dewam dike û wiha got:
Wê demê ev rojname bi tenê bû. Di berdila mirinê de wê rasti dinivîsandin.
Ew kevneşopî îro Tirkiye jî di nav de li Rojhilata Navîn û Ewropayê bi weşanên cuda bi kelecana rojnamegerên cuda didome.
Tovê wê demê hat reşandin girt û bi cûre bûye. Ew tov li tevahiya dinyayê belav bûye.
Ew rih û têkoşîn hê jî didome.