Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Boltan: ‘Bêdengî helwesteke masûmane nîne’

 

Hakki Boltan, ji bo kiryarên xerab û êşkenceya li kurê wî gaziyê şer ê 9 sal in dîlgirtî ye Ciwan Boltan tê kirin were bihîstin, 17 roj in di ‘Nobeda Edaletê’ de ye. Boltan got, “Bêdengî helwesteke masûmane nîne, divê her kes dengê xwe bilind bike.”

Ji bo binpêkirina mafên mirovan û êşkenceya li xizmên xwe yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê teşhîr bikin û piştgiriyê bidin zindaniyan, ji bo saziyên mafên mirovan, hiqûqnas û rêxistinên civakî yên sivîl bikevin nava liv û tevgerê, Nobeda Edaletê ya malbatan a li Baroya Amedê dewam dike.

Xizmên girtiyan ku 18 roj in çalakiyê dikin, dibêjin ku heta daxwazên wan bi cih bêne anîn wê têkoşîna xwe dewam bikin.

BÊYÎ KU BÊ DERMANKIRIN HATE GIRTIN

Yek ji xizmên girtiyan jî Hakki Boltan e ku ji roja destpêkê ve ji bo kurê xwe Ciwan Boltan di nobedê de ye.

Kurê wî Ciwan sala 2008’an bi hinceta ku ‘kevir avêtiye polîsan’ hate girtin. Piştî ku 6 mehan girtî hate hiştin, hate berdan.

Piştî ku ji girtîgehê derket daxuyaniyek dabû û gotibû, “Êşkence li me kirin, em hîn bêhtir bi hêrs bûn. Ez gelekî bi hêrs bûm. Piştî derketina ji girtîgehê qerta me ya kesk betal kirin. Neçar mam ku dest ji dibistanê berdim. Ji ber ku bi çavekî cuda dinihêrîn nehiştin bixwînim, nekarîm bixwînim.”

Ciwan di dema dozê de tevlî nava refên gerîla bû. Sala 2012’an li Çewlikê di şer de bi giranî birîndar bû. Bi gotina ‘miriye’ ew xistin nava kîsê cesed, lê li morga nexweşxaneyê hate fêhmkirin ku sax e.

Bombe di destê Ciwan Boltan de teqiya bû. Milê wî yê rastê jêbûbû, çavê wî yê çepê bi temamî, çavê wî yê rastê jî ji sedî 70 nekarî bibîne. Parçeyê bombeyê yê li serê wî ket hîn jî di serê wî de ye. Bi alîkariya hevalê xwe yê li koxûşê dijî.

Hate xwestin ku Ciwan bi cezayê heta bi hetayê û 95 salan bê cezakirin.

Ciwan xistin Girtîgeha Tîpa T a Amedê. Li dijî wî 3 îdîanameyên cuda hatin amadekirin. Di îdîanameyê de ku li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê ya bi Erkê Taybet kirin yek, hate xwestin ku 3 caran cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî û 154 sal cezayê girtîgehê bê birîn.

Dadgehê piştre biryara xwe eşkere kir û bi îdîaya “Çalakiya tirsnak a ji bo têkbirina yekparebûna welêt û yekîtiya dewletê” cezayê heta bi hetayê yê girankirî û 95 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li Boltan birî.

DADGEHÊ SERÎ LI DADGEHA MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ DA

Piştî ku cezayê li Ciwan Boltan hate birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pejirandin parêzer Mehdî Ozdemîr di çarçoveya hukmê “Nabe ku êşkence û zordarî li kesî bê kirin; nabe ku ceza yan jî kiryarek ku li rûmeta mirovan nayê li kesî bê kirin” diyar kir ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê êşkence û kiryara xerab e û serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Dadgehê serlêdan red kir.

Piştî ku rêyên hiqûqî yên navxweyî qediyan Ozdemîr vê carê jî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da.

Ciwan li gel astengiya bedenî jî hîn di girtîgehê de ye. Mîna ku hiştina li girtîgehê têrê nake êşkence, zext û kiryarên xerab lê tên kirin.

‘HIQÛQ BI WEKHEVÎ NAYÊ BICIHANÎN’

Bavê Ciwan Boltan Hakki Boltan li gel malbatên din 18 roj in li avahiya xizmetê ya Baroya Amedê li ser rewşa kurê xwe çalakiyê dike.

Bav Boltan li ser armanc û sedema çalakiya xwe ji ANF’ê re axivî.

Boltan diyar kir ku zexta li girtiyan roj bi roj girantir dibe û ev zext jî bi cûreyên nû dewam dike. Boltan ragihand ku zext ne tenê li girtîgehan e, li qadeke berfireh tê kirin.

Boltan anî ziman ku têkildarî girtîgehan her roj tiştekî nû derdikeve û got, “Herî dawî qanûna înfazê derxistin. Girtiyên ku cezayên wan bi dawî bûne nayên berdan. Sibe dusib wê cezayê zarokên me jî temam bibe, lê neyên berdan. Cihê vê kiryarê di nava hiqûqê de nîne. Ji ber ku li ser xeta wekheviyê ye. Nabe ku li gorî şexsan hiqûqeke cuda bê bicihanîn. Lê belê li Tirkiyeyê hiqûqa li dijî zarokên me bi temamî dûrî wekhevî û edaletê ye. Em dixwazin ev neheqî ji holê bê rakirin.”

‘HETA KU DAXWAZÊN ME BÊNE QEBÛLKIRIN EM LI VIR IN’

Boltan destnîşan kir ku qet nebe li gorî pîvanên heyî yên hiqûqê nêzîkatî bê nîşandan wê ti ji binpêkirinên heyî rû nedin û got, “Li gorî feraseta hiqûqa xwe jî tevbigerin divê kesên ku cezayên wan temam bûne berdin. Ji ber ku bi nêta nebaş û nêzîkatiyên dijminane tevdigerin îro van daxwazên me nabihîzin. Daxwazên ku em dikin ji bo girtiyên nesiyasî bi cih tînin, lê belê ji bo girtiyên siyasî bi cih nînin. Çima qanûn ji bo girtiyên edlî bi cih tê anîn? Ji ber ku girtiyên siyasî mafên xwe yên xwezayî xwestine dîl hatine girtin. Ji ber vê yekê bi rengekî dijminane nêzî zarokên me dibin û mafên wan ên qanûnî jî nas nakin. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî nas nakin. Ji ber vê yekê heta ku daxwazên me bêne qebûlkirin em ê li vir rûnên.”

‘BÊDENGÎ GUNEHKARÎ YE’

Boltan banga piştevaniyê li rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên cemaweriyê, hiqûqnasan û her beşên civakê kir û destnîşan kir ku bêdengî bi kêrî kesî nayê. Boltan got, “Yên ku îro piştgiriyê didin me piştgiriyê didin xwe. Pêwîstiya her kesî bi edaletê heye. Bêdengî helwesteke mesûmane nîne. Armanceke bêdengiyê heye; ya ji ber fikaran e yan jî ji ber berjewendiyane. Ev yek ji bo sazî û mekanîzmayên navneteweyî yên bêdeng jî derbas dibe. Ji ber vê yekê bêdengî gunehkarî ye. Ji bo jiyaneke edalet û azad divê deng bê derxistin. Lewma divê kesek dengê aştî û jiyaneke wekhev û azad di nava xwe de bêdeng neke. Heta jê tê biqîre. Ya ku em niha dikin ev e.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv