Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûrettîn Demirtaş: ‘Li Kerkûkê lîstikên nû’

 

LI KERKÛKÊ LÎSTIKÊN NÛ
NÛRETTÎN DEMÎRTAŞ / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Ji bo ewlehiya derve ya Kerkûkê radestî hêzên PDK’ê bikin ev demeke bazar û xebat tên kirin. Gelo Iraq çima vê yekê dike? Hêzên derve li kudera vî karî ne?

Berî her tiştî evder Kerkûke; Ne devereke ku yek-dido hêz di nava xwe de lihev bikin û derbarê pêşeroja wê de biryaran bigirin.

Gelo li Kerkûkê çi heye? Tê zanîn bajarekî wisaye ku gelek netew û baweriyên cuda lê dijîn. Ji aliyê maddî ve jî xwedî dewlemendiyeke mezin a petrolê ye ku zêdetirî sed sale îştahê zêde dike.

Mixabin petrol tu feydeyê nedaye Kurdan, Ereban û gelên din yên li Rojhilata Navîn, berovajî xisarê daye. Kerkûk xwedî qadeke mezin a kanên petrolê ye. Dahata wê ji trîlyon dolaran zêdetir e. Bêguman ne Amerîka ne Îngîlîstan û ne jî dewleta Tirk, bi hêsanî dest ji çavkaniyeke wiha bernade. Iraq jî bernade.

Di dîtbarî de li formulekê digerin ku PDK’ê jî daxilî parastinê bikin.

Herî dawî çeteyên DAIŞ li herêmê êrişî pêşmergeyên YNK’ê kirin. Tevî vê yekê gelo bi hinceta parastinê ketina PDK’ê ya Kerkûkê çi îfade dike?

Ev pêşketin piştî hilbijartinên Iraqê mirov dikare bibêje ku ji bo bêbandorkirina Îranê gava taktîkî ya herî girîng e.

Bi gotineke din, tê xuyan ku di hevdîtinên li gel DYA-Îngîlîstanê de gihîştine encameke wiha. Ji van armancan a yekemîn û stratejîk ew ku bi destê PDK’ê bandora Îranê kêm bikin. Lê belê betalkirina encamên hilbijartinê, dikare van karan tevlihev bike.

Di vî karî de pênaseya cihê Tirkiyê tenê bi têkiliya PDK’ê re nayê diyarkirin; Di heman demê xwedî potansiyela hêza paramîlîter a kontra “Eniya Tirkmenên Iraqê” ye ku kare Kerkûkê tevlîhev bike.

Lê belê tê dîtin ku bi têkiliyên di ser PDK’ê re, li ser Kerkûkê bibandora xwe zêde dikin.
(…)

Rewşa qels a Iraqê, wisa kiriye ku Iraq li alîkariya derve digere û li hemberî Tirkiyê nikare dengê xwe derxe. Lê belê tevî her tiştî jî, ya girîng ewe wê walîtî di destê kê/kî de be. Bi gotineke din niyeta Iraq tine ye ku kontrolê bi temamî dewr bike.

Di hevkêşeya niha de ev pirs derdikeve pêş; Gelo pêkane ku PDK hem bikeve Kerkûkê û hem jî -bi hilbijartineke muhtemel- serokkomariyê bidest bixe?

Li dewsa herduyan gelo dibe ku Kerkûkê ji PDK’ê re, serokkomarî jî ji YNK’ê re bihêlin? Bi saya piştgiriya welatên rojava jî PDK dikare serokkomariyê ji YNK’ê re bihêle û bikeve Kerkûkê. Di rojên pêşiya me de wê ev rewş zelal bibe. Ji ber ku di encama mudaxeleya dewleta Tirk de, tevî karên hilbijartinê, dibe Iraq zêdetir tevlîhev bibe.

Dewleta Tirk, derbarê Kerkûkê de ku bikeve nava vî karî, wê li gora xwe peymanê sê alî biguherîne. Vê yekê bi ser bixin jî wê Kerkûk, bikeve bin kontrola MÎT’ê.

PDK derî ji vê yekê re pir zêde vekiriye. Lê belê wê PDK jî nikaribe zêde tevbigere. Bixwaze YNK’ê qels jî bike, hevsengiyên li herêmê wê zêde firsendê nedinê.

Wekî mînak; tê zanîn ku Îran di vir de rolekî zêde lîstiye. Ne tenê Îran, dostên rojavayî yên PDK’ê jî, naxwazin bi tena serê xwe PDK’ê esas bigirin, li kêleka wê cihgirtina YNK’ê jî diparêzin. Ev rewş bi meyla objektîf a Îranê re nakoke.

Engo PDK kîjan pozîsyonê bidest bixe jî, ne xwedî wê rewşê ye ku hespê xwe li gorî dilê xwe bajo. Di rewşeke ku asta têkiliyên wê kiriye wek maşika destê Tirkiyê, wê nikaribe li tu derê tişta dixwaze bike.

Bi vî halê xwe PDK çiqas bikeve parlamentoyê û hevsengiyek çêbike jî, wê nikaribe îstîkrarê bîne. Berovajî hêzeke wisa ye ku bi her gava diavêje tevlîheviyê çêdike. Sedem jî terzê têkiliyên wê yên bi dewleta Tirk re ye. Rêya ku PDK ketiyê ji bo Kurdistanê hemû veguheriye rewşeka bi talûke.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv