Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: ‘Planên Erdogan yên hilbijartinê’

 

PLANÊN ERDOGAN YÊN HILBIJARTINÊ
FEHÎM IŞIK / WELAT

Rewşa Erdogan ne baş e. Çi gav bavêje lê vedigere. Ji krîza aborî jî diyar e ew ê di nêz de hilbijartinek pêşwext çêbe. Derdê herî mezin a Erdogan, pêşîlêgirtina ev hilbijartina pêşwext e.
Êdî aşkere ye. Ji bilî krîza aborî, krîza herî mezin dîktatoriya takekesî ye. Ev rewş diyar e hin AKP’yiyan jî ditirsîne.

Erdogan eger nikaribe pêşî li hilbijartina pêşwext bigre, ango mecbûr bimîne ev car ew ê dest bi belavkirina ulufeyên hilbijartinê bike. Ew ê mûçeyên teqawîta û mûçeya herî kêm zêde bike. Ji bo mûçeya kedkarên wezareta perwerde û wezareta tenduristî, hin gavên nû werin avêtin. Ew ê di mûçeya polês û leşkeran de zêdeyiyek çêbike. Ango ew ê pere belav bike.

Aşkere ye. Rewşa aboriya Tirkiyê rê nade vê yekê. Lê ji bo wê yekê jî hemû dewlet bi hev re ketine pey deynan. Ji welatên ereba bigre heta welatên Afrîkayê çi deriyên ku lênedane nema ye. Ev amadekarî, planek din e.

Plana dûmahî jî kontrola li ser hilbijartinê ye. Ji bo vê yekê jî amadekariya rewşa awarte dike. Naxwaze di rewşeke asayî de here hilbijartinê. Li sedeman digere. Lê bi gorî kulîsan çi sedemek nebîne ew ê ev car emnahiya hilbijartinê bike sedem û rewşa awarte îlan bike. Bi vî awayî ew ê zext û zor zêdetir bike. Girtin û zîndanîkirinên nû destpê bikin. Roja hilbijartinê jî ew ê tetîkkêşên xwe bişîne ser sindoqan da ku carekî din bikaribe ji sindoqan derkeve.

Kin û kurt, bi tevî dewleta Erdogan, Erdogan bi xwe jî di krîzê de ye. Li pey gelek planan digere. Lê di her planê xwe de têk diçe. Her ku têk diçe, tirsa kesên li derdora wî zêde dibin, ev yek jî wî lavaztir dike.

Niha rewş ev e. Ew ê Erdogan têk biçe. Aşkere ye. Lê piştî Erdogan çi bibe, ew ne aşkere ye. Dewleta ku dixwaze statuya xwe biparêze, usa xuya ye, wekî alternatîfek berê ve pêşî li CHP’ê vedike.

Her çi dikin bila bikin, bi kêfa xwe ne. Lê em dizanin gavên herî mezin di serî de pirsa kurd û demokrasiyê, çareserkirina hemû irsên sereke ne. Ji bo vê divê siyasetek nû were afirandin. Eger ev pêk neye mumkun e ku Erdogan bigûherînin lê ne mumkun e ku pêşeroja xwe bigûherînin.

Rast e, têkçûna sîstema takekesî ya Erdogan qezenceke mezin e. Lê têkçûna wî tena serê xwe her tişt çareser nake, dawî li têkoşîna azadiyê nayne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv