44. SALIYA PKK’Ê
LI KOBANÊ, AMÛDÊ, QAMIŞLO, BINARÊ QENDÎLÊ Û YÛNANISTANÊ HAT PÎROZKIRIN
Bi wesîleya salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê li gelek bajaran şahî hat lidarxistin.
Ev der taxa Kornîş a Bajarê Qamişlo yê ye.
Bi sedan şênî beşdarî şahiyê bûn û salevegera PKK’ê çoşeke mezin silav kirin..
Ji rêveberên PYD’ê Kamûran Lewend di pîrozbahiyê de axaftinek kir..
Ev der jî Dêrike, şêniyên bajarê li qada Azadî kom bûn û bi karwanekî erebeyan di nava kolanên bajêr de tur avaêtin..
Şêniyan di karwana wesayitan de bi posterên rêber Apo , alên PKK’ê û bi dirûşmeyan pîrozkirina 27’ê Mijdarê berz kirin.
Li Binarê Qendilê jî pîrozbahiyek hat lidarxistin..ç
Gelek kesan berê xwe dane gundê Bokirîskan, tevlî pîrozbahiyê bûn
Piştî axavtinan hunermend derketin ser dikê û gel li ber stranên şoreşgerî govend girt.
Ev der jî Kampa Lavrîo ya Yunanîstanê ye..
Kurdistaniyan bi çalakiyeke salvegera PKK’ê pîroz kirin..