Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji HRK’ê heta HPG’ê di PKK’ê de şerê çekdarî

 

JI HRK’Ê HETA HPG’Ê DI PKK’Ê DE ŞERÊ ÇEKDARÎ
BI GULEYA PÊŞÎ YA 15’Ê TEBAXA 1984’AN PARASTINA GELÊ KURD Û KURDISTANÊ

Axeke terikî…

Û erdnîgariyeke jibîrkirî bû, Kurdistan.

Li ber deriyê her malê zilm, nîrekî koletiyê û faşîzmeke sînornenas.

Mêtîngeriya dewleta Tirk tenê du rê danîbûn ber Kurdan.

An wê bibûna xulamên axayên pêxwasên mêtîngeriyê, an jî wê bihatana tinekirin.

Kê bigota “Ez Kurd im” ji xwe re zindan dikir war an jî goristan dikir cîgeh.

Dîrok, çand û zimanê Kurdistanê û gelê Kurd ên xwe dispartin hezarê salan, li ber tinebûnê bûn.

1978’an… 27’ê Mijdarê li nava xaniyekî çend çavî li dijî qirkirina gel û erdnîgariyeke talankirî hêviyek bişkivî.

Navê Partiya Karkerên Kurdistanê cara pêşî wê rojê hat hilanîn.

Destpêkirina şerekî çekdarî li dijî dagirkerî û qirkeriya Tirk cara pêşî wê rojê hat ragihandin.

Sal 1983…

Navbera mehên Nîsan û Tîrmehê li herêma Zapê, qada Çiyayê Reş.

Bi qasî 150 qadroyên PKK’ê di civîneke girîng de ne.

Di vê civînê de biryara şerê çekdarî û çalakiyeke li navçeya Colemêrgê Çelê tê dayîn.

Lê ji ber ku naçe serî, Rêber Apo dest li rewşê werdide.

Li ser perspektîfa şandî, 6 endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê 16-18’ê Hezîrana 1984’an li herêma Xinêre li hev dicivin.

Lê vê derê biryareke dîrokî tê standin.

Bi perspektîfa Rêber Apo, biryara avakirina Hêzên Rizgariya Kurdistanê tê dayîn.

Ev biryar 15’ê Tebaxa 1984’an bi çalakiyên li Dihê û Şemzînanê dikeve meriyetê.

Li her du deveran danezana avakirina Hêzên Rizgariya Kurdistanê tê xwendin.

Hêzên Rizgariya Kurdistanê piştî pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê di nava 3 mehan de 45 çalakiyan li dar dixin.

Êdî ev roj ji bo gelê Kurd dibe “Roja Neteweyî ya Berxwedan û Vejînê.”

Ji ber ku gelê Kurdistanê bû xwedî artêşeke neteweyî ya ji gerîlayan pêk tê.

Her sala borî, ev artêş mezin bû.

Kongreya 3. a PKK’ê di navbera 25-30’ê Cotmeha 1986’an de li Libnanê hat lidarxistin.

Di kongreyê de Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê li cihê HRK’ê hat ragihandin.

Her wiha biryara avakirina Akademiya Mahsûm Korkmaz jî hat dayîn.

Hêzên gerîla ji 1986 heta 1999’an di bin navê ARGK’ê de li Bakurê Kurdistanê dîrokeke destanê nivîsandin.

Ji bo azadiya jinên Kurd û artêşabûna wan jî sala 1995’an saleke dîrokî bû.

Di navbera 8 û 18’ê Adarê de 1. Kongreya Jinên Azad hat lidarxistin.

250 delegeyên beşdarî kongreyê bûn, li vê derê biryara avakirina Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistanê-YAJK’ê dan.

Piştî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an, PKK’ê li ser pêşniyara Rêber Apo biryara ji nû ve avakirinê da.

Di warê artêşbûnê de berê xwe da afirandina gerîlatiya profesyonel.

Rêwîtiya gerîla ya 1983’yan destpêkirî di Kongreya 7’an a PKK’ê de ku di navbera 2 û 23’yê Çileya 2000’î de hat lidarxistin xwe gihand qonaxeke din.

Di kongreyê de biryara avakirina Hêzên Parastina Gel an go HPG’ê hat dayîn.

HPG piştî avabûna xwe bi 4 salan, an go bi Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an reng û dengê xwe li çiyayên Kurdistanê da der.

Ji wê rojê ve HPG û YJA-Star li her dera welêt bûn hêzên xweparastinê ji bo tevahiya Kurdan û gelên din.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv