Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêxistinên şoreşger û demokratîk bi daxuyaniyan salvegera 43. a damezrandina PKK’ê pîroz kirin

 

SALVEGERA 43. A DAMEZRANDINA PKK’Ê
RÊXISTINÊN ŞOREŞGER Û DEMOKRATÎK BI DAXUYANIYAN SALVEGER PÎROZ KIRIN

Partiya Jiyana Azad a Kurdistan PJAK’ê bi minasebeta 43’mîn salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyek da.

PJAK’ê destnîşan kir ku PKK’ê xeta azadiya jinê, stratejiyên rizgariya civakê û rêya parastina ekolojiyê ji bo gelê Kurd û tevgerên azadiyê nîşan daye û ev peyam da:

Em salveger li Rêber Apo, li malbatên şehîdan, li gelê me yê fedakar û li hemû cangoriyên azadiyê pîroz dikin.

Em bang li hemû ciwanan, jinan, rewşenbîr û azadîxwazên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin ku di sala nû ya têkoşînê de jî wek berê bi xurtî piştgirî bidin pêngav û kampanyaya “Na ji faşîzmê re! Dema azadiyê ye” û “Ji darvekirinê re na û ji demokrasiyê re erê”. Dem dema azadiyê ye û gelê me zêdetir nêzî azadiyê ye.”

Girtiyên ji doza PAJK’ê û PKK’ê jî bi daxuyaniyekê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û ev peyam da.

Em sala 44’an a têkoşînê weke sala azadiyê ya jinan, gelan û Rêbertiya xwe dibinin û li gorî vê li ber xwe bidin û têbikoşin.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê salvegera PKK’ê pîroz kir û ev peyam da:

Em berxwedana PKK û helwestên wê yên mirovî û nîştimanî silav dikin.

Em gelê xwe yê Kurd û pêkhateyên herêmê û hemû azadîxwazên li cîhanê silav dikin ku tev li hemleya azadiya Rêber Apo û derxistina PKK`ê ji “lîsteya terorê” bûne.”

Koordînasyona Civaka Êzîdî ya Ewropayê bang kir ku her kes tevlî kampanyaya, ”PKK gel e, gel nayê qedexekirin” bibin.

Koordînasyona Komalên Ciwan bi wesîleya salvegera avabûna PKK’ê peyamek weşand û got

Em di sala 44’an de li ser xeta serfiraziyê ya PKK’ê bijîn, têbikoşin û şer bikin. Em qefle bi qefle berê xwe bidin nav refên gerîlayan.

PYD’ê salvegera 43’emîn a avakirina PKK’ê pîroz kir û ev peyam da:

Em bawer dikin ku fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye çavkaniya wêrekî û mînaka fedakariyê ji bo parastina gelan û mafên wan.

Em ji bo avakirin û pêkanîna vê paradîgmayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitin.

Em bang li hemû hêzên alîgirê demokrasî û mafên mirovan dikin ku ji bo derxistina wê ji “lîsteya terorê” tevbigerin.

TKP-ML’ê salvegera damezirandinê ya PKK’ê pîroz kir, diyar kir PKK li gel her cure êrîşan jî nekarî were rawestandin.

Têkoşîna gerîla di dilê gelê Kurd de cihekî kûr daniye.

Li Garê, Avaşîn, Behdînan, Zap, Werxelê û li gelek deverên Qadên Parastinê yên Medyayê hêzên dagirker têne şikandin.

Her wiha li gel tecrîd û êşkenceyê ku ev 22 sal in TC li ser Rêber Abdullah Ocalan daniye, Têkoşîna Azadiya Netewî ya Kurd nekarîn ku rawestînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv