SÛCÊN ŞER ÊN DEWLETA TIRK
ARTHUR WEST: DIVÊ DADGEHÊN NAVNETEWÎ DEWLETA TIRK DARIZÎNIN
Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li hemberî gerîla nerazîbûn û çalakî dewam dikin.
Kesayetên naskirî yên cîhanê jî li dijî van sûcan radibin.
Serokê berê yê Kampanya Xwebêçek-kirina Nukleerî a Skoçyayê Arthur West di heqê sûcên dewleta tirk de ji rojnamevan Erem Kansoy re axivî.
Arthur West got divê dewleta tirk a van çekan bi kar tîne were darizandin û wiha axivî:
Bikaranîna çekên kîmyewî li gorî qanûnên navneteweî sûc e, qedexe ye.
Divê saziyên têkildar bi awayekî lezgîn li herêmê lêkolînan bikin û çekên kîmyewî werin îmhakirin.
Ji ber bikaranîna van çekan divê cezayê giran li dewleta Tirk were birrîn.
Arthur West bang li rêxistin OPCW û Yekitiya Hekîmên Navnetewî ya li dijî Şerê Nukleerê kir ku derhal heyetekê bişîne herêmê û got:
Ez disa dibêjin, gelek girîng e ku sazî li herêmê lêkolînan bikin.
Raya giştî ya welatan jî lazim e zextê li hikûmet û rayedaran bikin.