Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Alan Meîş: ‘Apê Yûsiv û keda 60 salan!’

 

APÊ YÛSIV Û KEDA 60 SALAN!
ALAN MEÎŞ / WELAT

Kurd dema nirx û qîmetê didin kesateyeke xwe jê re dibêjn ‘Apo’. Îro jî apên kurdan pir in. Mûsa Enter, Osman Sebrî û îro jî Apê Yûsiv. Ji destpêka tevgera kurd li Sûriyeyê ango salên 50’î, Apê Yûsiv bêyî dudilî, ji bo doza gelê xwe û bidestxistina maf û azdiya wî, xebateke bê sînor meşandiye.

Bi destpêkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê re jî, li ser asta Rojava ew ji kesên destpêkê bû ku mal û hembêza xwe ji endamên tevgerê re vekir û bi vî awayî bû dergûş û hêlîna wan. Wê çaxê Rejîma Baasê ew û malbata wî gelek tengav kir. Her çend rojan polîsan bi ser mala wan de digirtin û ji ber vê jî gelekî zehmetî dîtin lê vê yekê çavê Apê Yûsiv netirsand û serî netewand.

Apê Yûsiv ne tenê weke kes lê malbata xwe jî bi heman hişmendiyê derbasî nava vê xebatê kir. Ji destpêka vê xebata welatparêz de, nêzî 20 endamên malbata wî ya Gulo di nava şehîdên tevgera azadiyê de cihê xwe girtine.

Ji bo fikra Netewa Demokratîk palpişt bû. Ji lewre bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, li wir jî xwe neda paş û her tim digot ‘Hebûna Rêber Apo azadiya me ye’ û bi vî armancê hema bêje piranî malbata Apê Yûsiv cihê xwe di nava xebatên şoreşê de girtin.

Piştî ewqas ked û xebat bû apekî kurdan! 60 sal ji temenê xwe di ber azdiya gelê xwe de feda kir. Xwe û malbata xwe kir xelekek li derdora destkeftiyan. Temenê wî bû 81 sal û bêyî nasnameya şehîd ji dinyayê bar nekir û îro jî bû fermandarekî şehîdan!

Ji ber vê çendî, çavê dewleta tirk bar nekir. Roja 9’ê Mijdarê bi balafirên xwe yên kujer Apê Yûsiv Gulo û herdu neviyên wî Mezlûm û Mihemed li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê şehîd kirin.
Bi vê yekê xwest ji kokê ve li Rojava bixîne û dest bi armanckirina mîrateyên kurdan kir.

Dewleta tirk bi vê yekê xwest herêmê serûbinî hev bike, li hêlekê gefa êrîşê dixwe û li hêleke din jî kesateyên navdar di nava kurdan de dike armanc. Hewl dide girêdana gelê herêmê bi axa wan ve qels û lawaz bike. Jixwe ev siyaet ji aliyê gelek derdoran ve tê meşandin.

Rejîma Şamê jî şerê taybet dimeşîne û mijara wergirtina herêman ji HSD’ê dixe rojevê û bi vê yekê herdu plan hev temam dikin.

Lê belê helwesta xelkê Qamişloyê cuda bû. Bi hezaran daketin qadan û gotin ‘Em Apê Yûsiv in’. Em bapîr, bav û apê şehîdan in. Em keda 60 salan in. Apê Yûsiv li her koşeyeke Rojava ye!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv