Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mihemed Zekî El-Elfî: ‘Dewleta Tirk endama NATO’yê ye ji ber vê jî ser sûcên wî yên şer tên girtin’

 

SERFERMANDARÊ BERÊ YÊ MISRÊ MIHEMED ZEKÎ EL-ELFÎ:
DEWLETA TIRK ENDAMA NATO’YÊ YE JI BER VÊ JÎ SER SÛCÊN WÎ YÊN ŞER TÊN GIRTIN
​​​​​​​
Serfermandarê berê yê Misrê Mihemed Zekî El-Elfî di heqê têkoşîna gelê kurd û êrişên dagirkertiya Tirk ji ajansa Hawarê ANHA’yê re axivî.

Generalê teqawitbûyî Mihemed Zekî destnîşan kir ku bêdengiya cîhanê ya li hemberî sûcên dewleta tirk ji ber berjewendiyan e û got:

Ji ber ku Tirkiyê endameke NATO’yê ye û dûrxistina Tirkiyê ji cezayan girêdayî berjewendiyên Tirkiyê-Amerîkayê yên li ser herêmê ye.

Bi taybetî jî di berjewediyên NATO’yê de ye. Ji ber vê Amerîka destwerdanê li biryarên ku dibe cezayan li dewleta Tirk were birrîn dike.

Mirov dikare bi rêya hewldanên dewletên Ewrûpayê doza bikaranîna çekên kîmyewî di qada navnetewî de bixe rojevê.

Da ku doza gelê Kurdistanê fam bikin û bixin nava lîsteya xebatên parlementoyên xwe.

Serkerkanê berê di heqê doza kurdî de jî ev nirxandin kirin: Divê sûcbariya terorê ya li dijî kurdan were redkirin.

Tecrîda li ser rêberê Kurdan bi tu awayan nayê qebûlkirin.

Ji ber ku nûnertiya tevgera şoreşa gel dike.

Her wiha divê li hemberî binpêkirinên dermirovî yên li dijî Kurdan bêdengî nabe.

Divê şantajên dewleta Tirk ên têkildarî penaberan û derxistina wan ber bi Ewrûpayê ve werin rawestandin.

Dîsa jî xebat û hewldan li gel Netewên Yekbûyî werin kirin da ku Rêveberiya Xweser û rewşa li ser erdê nas bikin.

Tişta ku ji dewletên ereban û Lîga Ereban tê xwestin ew e ku destekê bidin hemû xalên ku me li jor bi bîr xistine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv