WELATPARÊZEKÎ LI ROJAVA NAV Û DENG DAYÎ… YÛSIF GULO
LI PEY XWE MÎRASEKE SERBILINDIYÊ YA 81 SALAN HIŞT
Yûsif Mihemed Îbrahîm…
An jî bi navê di nava civaka xwe de tê naskirin, Yûsif Gulo.
Ew Apê Yûsif ê gelê xwe bû.
Bi eslê xwe ji gundê Çalê yê navçeya Mêrdînê Nisêbînê bû.
Ji ber zext û êrişên dagirkeriya Tirk malbata wî koçî Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Ji ber ku tevgera azadiyê zû nas kir, timî xwe bi şens didît.
Ew li nava civaka xwe xwedî sekneke cûda, cihê hurmet û rêzgirtinê bû.
Ji ber ku wî êşa ku dagirker didin Kurdan hem kişandiye hem jî bûye şahidê wê.
Li Rojavayê Kurdistanê, ew pêşeng û deriyek bû ji bo têkoşîna azadiyê.
Heta kêliya şehîd bikeve, sekna xwe ya welatparêziyê parast û ti carî paşde gav navêt.