Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Welat Perwer: ‘Ji hev cudakirina rev û koçberiyê’

 

JI HEV CUDAKIRINA REV Û KOÇBERIYÊ
WELAT PERWER / WELAT

Ev çend roj in, behsa koçberên kurd ên ku di navbera sînorê Belarûs û Polonyayê de asê mane tê kirin. Tê gotin ku bi hezaran koçberên kurd ên ji başûrê Kurdistanê ne, li wir kom bûne û hewl didin sînorê Polonyayê derbas bikin û xwe biavêjin axa Ewropayê. Dîsa tê gotin ku heya niha zarok jî di navê de heft kesî li ber serma û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.

Di nava gelên cîhanê de yek ji gelê ku herî zêde koç dike û diçe welatên biyanî jî kurd in. Lê ji ber ku Kurdistan parçe ye û rewşa her parçeyekî ji yan din cudatir e, koçberiya her parçeyeke Kurdistanê jî, ji ya din cudatir e.

Li bakurê Kurdistanê dagirkerî heye û kurdên li vê derê ev sed sal in bi polîtakayên qirkirinê re rû bi rû ne. Zext, zilm, kuştin, zindan, valakirina gundan, bişaftin, xizanî, koçberkirin û hwd. hemû di çarçoveya vê polîtîkaya qirkirinê de tên kirin. Ev jî dibe sedem ku ji gelê kurd bi milyonan kes ax û welatê xwe berde, koç bike, biçe Tirkiyeyê yan jî welatên din…

Li rojhilatê Kurdistanê jî mirov dikare bibêje sê kêm pênc zêde heman tişt heye û sedema koçberiyê dîsa dagirkerî ye. Li wir jî dagirkerî heye û gelê kurd li welatê xwe, ne xwediyê xwe ye.

Li rojavayê Kurdistanê jî dagirkerî hebû heya Şoreşa Rojava… Lê di dema Bihara Ereban û Şoreşa Rojava de geh çeteyên El Nusrayê, geh çeteyên DAIŞ’ê, geh çeteyên girêdayî dewleta dagirker a tirk, geh jî dewleta dagirker a tirk bi xwe êrişên tunekirinê li ser Rojava birêve birin. Di encama van êrîşan de Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hat dagirkirin. Bi milyonan kurd koçber bûn û çûn deverên cuda.

Dîsa li Şengalê kurdên êzidî bi fermana qirkirinê re rû bi rû man û bi sed hezaran kurd ên êzidî koçber bûn, piranî ji wan berê xwe dan welatên biyanî.

Bi kurtasî ji derveyî başûrê Kurdistanê, sedema koçberbûna kurdan bi her awayî dagirkerî û polîtîkayên qirkirinê ne…

Lê koçberiya ji başûrê Kurdistanê ne bi vî awayî ye. Li başûrê Kurdistanê statuyeke ku ji aliye hemû cîhanê ve tê naskirin heye. Li vê parçeya welêt, kurd xwe bi xwe birêve dibin…

Bi kurtasî rêveberiyeke ku ji hemû tiştên başûrê Kurdistanê berpirsiyare heye û kurd e. Lê ji vê beşa Kurdistanê li derveyî kesên ku ji nîmetê desthilatê sûdê werdigirin, di serî de ciwan; hema hema her kes dixwaze xwe biavêje welatên Ewropayê. Mînaka vê ya herî ber bi çav jî ew koçberên ku niha di navbera sînorê Belarûs û Polonyayê de mane ne.

Tişta ku dixwazim bibêjim ev e, li parçeyên din sedema koçberiyê hebûna dagirkeriyê û nebûna statuya kurdan e. Lê sedema koçberiya ji Başûr ne dagirkerî ye, ji ber ku tiştekî wisa tune ye, rêveberî di destê kurdan de ye.

Belê ew dîmenên ku li ser wî sînorî ji aliyê her kesî ve tên temaşekirin şerma hemû kurdan e, lê herî zêde jî şerm û rûreşiya rêveberiya başûrê Kurdistanê ye. Ango ya PDK’ê ye. Her çiqas di hikûmeta rêveberiya Başûr de partiyên din hebin jî lê her kes dizane ku hikûmet PDK ye, bi taybet jî mala Barzanî ye…

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv