KOMKUJIYA HILÊLIYÊ
KCK: GELÊN ROJAVA Û BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYÊ WÊ TI CARÊ WAN JI BÎR NEKE
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi peyamekê sersaxî ji malbata welatparêz malbata Gulo re sersaxî xwest.
KCK’ê destnîşan kir ku Yûsûf Gulo welatparêzekî mezin bû û ev peyam da:
Yûsûf Gulo bi dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo dihate naskirin.
Xizmetên gelekî hêja û bi qîmet li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re kiribû.
Ew tevî xizmên xwe Mûhammed û Mazlûm Gulo di êrişa nemerdane ya dewleta Tirk de hatin qetilkirin.
Bila rehma Xwedê li şehîdên me yên hêja Yûsûf, Mûhammed û Mazlûm Gulo be.
Serê malbata Gulo û tevahiya gelê Kurdistanê sax be.
KCK’ê bal kişand ser keda malbatê ya di oxira têkoşîna azadiyê de jî:
Malbata Gulo di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de gelek şehîd dane.
Ev endamên hêja yên malbata Gulo wê ti carî neyên jibîrkirin.
Bi Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk wê xwedî li hesreta wan bê derketin.
Yûsûf Gulo dostekî hêja yê Rêber Apo û şopdarekî wî yê dilsoz bû.
Yek ji welatparêzên sereke û bi mînak ê Rojava bû.
Gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê wê wan ji bîr neke.
HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
“EM Ê KURDISTANA AZAD A KU HESRETA WAN BÛ TEQEZ PÊK BÎNIN”
KCK’ê destnîşan kir ku bi afirandina Sûriyeya Demokratîk û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ya Azad wê pêkhateyên herêmê hesreta wan bi cih bîne:
Dewleta Tirk bi rêya van êrişan dixwaze welatparêzên keda wan di Şoreşa Rojava de heye têk bibe.
Lê bi van êrişan wê gelê me yê Kurd, Ereb û Asûrî-Suryanî têk neçin.
Ev hêrs wê têkoşîna me mezintir bike, wê AKP-MHP’ê jî têk bibe.
Welatparêzên mîna Yûsûf Gulo wê ti carî neyên jibîrkirin .
Kurdistana Azad a ku hesreta wan e, wê teqez bê pêkanîn.