LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
KOMA DOSTÊN KURDAN A PARLEMENA EWRÛPÎ BANG LI NETEWÊN YEKBÛYÎ KIR
Li ser navê Koma Dostaniyê; François Alfonsi, Andreas Schieder û Nikolaj Villumsen bi daxuyaniyekê çapemeniyê li dijî sûcên dewleta tirk rabûn.
Endamên komê bi bîr xist ku li başûrê Kurdistanê, Iraqê û gelek welatên cîhanê bi sedan kes hişyar dikin ku dewleta Tirk di şerê li dijî kurdan de çekên kîmyewî bi kar tîne.
Komê xwest serkreteriya giştî ya Netewên yekbûtî, OPCW, Ofîsa bêçek-kirinê ya Netewên Yekbûyî di heqê mijarê de lêpirsîn bide destpêkirin û gotin:
Dewleta Tirk li Roja û herêma Kurdan a Iraqê êrişên xwe dijwartir kirine.
Hiqûqa navnetewî bin pê dike.
Heke destwerdaneke cidî û mezin neyê kirin wê dewleta Tirk jê cesaretê bigre.
Em weke Koma dostanya bi Kurdan re destekê didin bangewaziyan û careke din ji meqamên navnetewî dixwazin ku li dijî kiryarên dewleta tirk rabe.