Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Koalîsyona li dijî çekên kîmyewî li dijî sûcên dewleta Tirk bang kir: ‘Êrişan rawestînin’

 

KOALÎSYONA LI DIJÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ
BANGA KOALÎSYONÊ LI DIJÎ SÛCÊN DEWLETA TIRK: ÊRIŞAN RAWESTÎNIN

Dagirkeriya tirk di êrişên xwe yên li başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne.

Gelek kesayetên ji dîsîplînên cuda Koalîsyona Kurdistan a li dijî Çekêm Kîmyewî ava kir.

Koalîsyona ku navenda xwe wê li Brîtanyayê ye dixwaze heyetekê bişîne qada şer û lêkolînan bike.

Koalîsyon ji aliyê Defend Kurdistan, Hewldana Aştî ji bo Kurdistanê, Kampanya li dijî Sûcbarkirina Civakan ve jî tê destek-kirin.

Koalîsyonê ragihand ku ew dixwazin bi aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê re jî rûnên û wiha hat gotin:

Di encama lêkolîn û hevdîtinên xwe de em ê raporekê amade bikin û li Cenevê radestî Netewên Yekbûyî bikin.

Em bang li OPCW’ê jî dikin ku li li dijî sûcên dewleta Tirk bila bi erka xwe rabe, lêkolînan bike.

Koalisyonê destnîşan kir ku hikûmeta Îngilistanê jî ji bo çekên weke fosfora spî, 70 lîsans dane dewleta Tirk û got:

Hikûmeta îngilîz jî şirîka sûcên dewleta Tirk e. Divê ev lîsans derhal werin betalkirin.
Koalisyonê deklarasyona xwe ya li dijî çekên kîmyewî ji bo îmzeyê ji xelkê re jî vekiriye.

Kesên dixwazin îmze bikin dikarin ji maîla nochemicalskurdistan@gmail.com re peyamek bişînin.

Koalîsyonê bang li medyaya cîhanê, saziyên navnetewî kir ku li dijî qirkirina gelê kurd rabin, hisab ji dewleta Tirk bixwazin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv