CIVAKNAS OLÎVER SCHMÎDT:
FIKRÊN OCALAN DI ME DE KELECANEKÊ ÇÊDIKE
Olîver Schmîdt li ser teoriya çînayatî û Marksîst dixebite.
Li Zanîngeha Potsdam a Almanyê di vê çaçrovayê de bi sernava, ”Anarşîzm, Teorî û Pratîk: Mînaka Rojava” wê dersa bide.
Schmîdt got ew ê di çarçoveya dersan de, fikrên Rêber Apo ên derheqê konfederalîzma demokratîk jî di dersan de bidin.
Schmîdt da zanîn ku peywira zanîngehê ye ku metnên fikrên Rêber Apo bigihînin xwendevanan û got:
“Erka me heye ku em fikrên cûda bigihînin xwendekarên xwe.
Li ser mijarên rêveberî û têkiliya teoriya anarşîst a bi dewletê re em ê bisekinin.
Kelecana me zêde ye. Bi ya min wê ders xweş biçe.”
Olîver Schmîdt diyar kir li Almanya kesên ku azadiya Rêber Apo dixwazin têne sûcbarkirin û got,
”Ji ber ku Almanya destûrê nade PKK’ê wê sûcbar dike.
Lê evder zanîngeh e! Em welatekî azad in û em dikarin wan fikran bixwînin.”
Schmîdt diyar kir tehdît ne PKK ye, desteka Almanya ya li polîtîkayên dewleta Trk e û got,
”Bi min tehdîda esil ew e ku Almanya polîtîkayên Erdogan, kirinên hikûmeta Tirk ên li Sûriyê û Bakurê Iraqê nabîne.”