Dewleta Tirk a dagirker di nava ve heftiyê de du caran bi balafirên bê mirov êrişê Kobanê kirin.
Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand ku di êrişa doh de 3 şervanên wan şehîd bûne.
ÊRIŞA DEWLETA TIRK A LI SER KOBANÊ
FERMANDARIYA QSD’Ê: DI ÊRIŞÊ DE 3 ŞERVANÊN ME ŞEHÎD BÛN
Fermandariya giştî ya QSD’ê derbarê êrişa dewleta Tirk ya li ser Kobanê de ev agahî dan.
Li dijî 3 şervanên me yên ku ji Sirrînê bi armanca tedawiyê çûbûn Kobanê êrişeke bê bext pêk hat.
Şervanên me yên bi navê Hozan Qamişlo, Gelî Heleb û Amed Efrîn gihiştin şehadetê.
QSD’ê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker prensîbên şer binpê dike û got:
Ew weke Hêzên Sûriya Demokratîk careke din bi bîr dixin ku li hemberî her cûre êrişan ew ê mafê wan ê bersivdayînê pêk bînin.