Polîsên tirk di dema serdegirtina malekê de heqaret û êşkence li ixtiyarên malê kirin.
Ev teror li navçeya Bismilê li hemberî malbata Nadiroglu pêk hat.
LI BISMILÊ TERORA POLÎSÊ TIRK
XWEDIYÊN MALÊ HATIN ÊŞKENCE KIRIN
Li navçeya Bismil ya Amedê, li taxa Artûkê hêzên polîsên tirk avêtin ser malekî, derî şikênandin û ketin hundur.
Xwediyên malê Bekir û Birsen Nadiroğlu li erdê dirêj kirin, pê li pişta wî kirin.
Polis bi qasî du saetan bi lêdan û heqaretê tim ji wan pirsî ka zarokên wan çima ne li mal in.
Roja 1ê cotmehê jî hêzên polis dîsa avêtibûn ser malbat Nadiroğlu û ji wan 11 kes kiribûn binçavan.
6 ji wan bi iddiaya endametaiya rêxistinê hatin girtin.