PERGALA TECRÎD Û ÎŞKENCEYA LI ÎMRALIYÊ
SAZIYÊN MAFÊN MIROVAN: TIRKIYEYÊ BERSIVEKE TÊRKER NEDA KONSEYA EWRÛPA
Komela Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Weqfa Lêkolînê ya Civak û Hiqûqê, Komela Mafê Mirovan û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, 26’ê Tîrmehê ji bo “cezayê muebetê yê girankirî” yê li Rêber Apo, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan hatiye birîn, serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da.
Saziyan biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê yên di heqê muebeta girankirî de bibîr xistin û xwestin bi lezgînî serlêdanê bike rojev.
Tirkiyê 7’ê Îlonê bersiv da serlêdana saziyan û îdia kir ku li Îmraliyê her tişt normal e, binpêkirin tine ye.
Saziyên mafê mirovan li dijî vê helwesta dewleta tirk bi bersiva ku ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin wiha dibêjin:
Hikûmeta tirk der barê serlêdana me de bersivek berbiçav nedaye.
Saziyan destnîşan kir ku Rêber Apo jî di navê de bi sedan kes di bin zexta rejîmeke darvekirinê de tên ragirtin û ev jî tê wateya heya ku ew bimirin, bêyî ku derfeta serbestberdana wan a qanûnî hebe wê di girtîgehê de bimînin.
Saziyan destnîşan kir ku tecrîd bi awayek girankirî dewam dike û banga başkirina şert û mercên Rêber Apo hat kirin.