Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Feysel Kerîm Xan: ‘Min 28 hezar deng bidest xistiye, ev ji pêwistiya kursiyekê zêdetir e’

 

HILBIJARTINÊN GIŞTÎ YÊN IRAQÊ
FEYSEL KERÎM XAN: MIN 28 HEZAR DENG BIDEST XISTIYE, EV JI PÊWÎSTIYA KURSIYEKÊ ZÊDETIR E

Di 10’ê Cotmehê de li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê dengdan pêk hat.

Li gorî encaman Namzetê Hevpeymaniya Kurdistanê yê herêma 1 a Hewlêrê Feysel Kerîmxan, kursiyek bidest xistiye.

Lê li gorî daneyên Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê biser neketiye.

Feysel Kerîmxan têkilarî mijarê daxuyaniyek da.

Diyar kir ku piştî dengdan xelas bû, bi riya tîmek pispor, tevahiya dengan komkiriye û hejmara dengê bi destxistiye nêzî 28 hezar in.

28 hezar deng jî, ji pêwîstiyên kursiyek parlamentoyê zêdetir e.

Namzetê Hevpeymanê da zanin ku piştî saet 23.00’yê şeva 10’ê Cotmehê, lîstikek metirsîdar û bi çend riyên cuda hatiye kirin;

Heta duh jî zêdetirî 161 sindoqan neşandibûn Bexda ku 80 ji vana yê herêma 1 a Soran bû.

Feysel Kerîmxwan bi berdewamî dibêje;

Ezê dest ji dengê xwe bernedim, belge û dokomenteran radestî aliyên peywendîdar bikim.

Herî dawî jî Namzetê Hevpeymaniya Kurdistanê sipasiya dengdêrên xwe kir û got;

“Tevahiya dengên we emanetê minin û parastina wan jî erka min e. “

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv