LI HERÊMÊN DAGIRKIRI SÛCÊN DEWLETA TIRK
PARÊZERAN RÊBAZÊN DARIZANDINA DEWLETA TIRK NÎQAŞ KIRIN
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên Bakur-Rojhilata Sûriyê, rojane sucên dijî mirovahiyê dikin.
Komîteya Koçberên Serêkaniyê, têkildarî mijarê panelek lidar xist.
Panel li hola civînan a Meclisa Kampa Waşokanî, bi beşdariya dehan parêzer, hiqûqnas û dadweran pêk hat.
Panelîstan, ji bo eşkerekirin û darziandina bersûcan, rola parêzer û hiqûqnasan nîqaş kir.
Piştî axaftin û nîqaşan komiteyê bi daxuyaniyekê çend biryarên ku di panelê de derketine pêş wiha rêz kir;
– Divê êş û azarên koçberan û rewşa dijwar bi belge û delîlan ji raya giştî û qadên navneteweyî re were ragihadin.
– Binpêkirin û sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê werin teşhîrkirin, zext li aliyên hiqûqî û navneteweyî were kirin da ku rewşê bişopînin.
– Aliyên navneteweyî bi rêya belgeyan werin agahdarkirin, ku dewleta Tirk nikaribe li herêmên dagirkirî rêxistinên terorîst yên weke DAIŞ – El-Qaîde ji nû ve birêxistin bike.
– Divê parêzer û hiqûqnas, gilînameyeke fermî radestî aliyên navneteweyî yên wekî Dadgeha Cezayan a Navneteweyî bikin.
– Komîteyeke were avakirin ku dewleta Tirk neçar bibe, li gorî qanûnên navneteweyî tev bigere.
– Ji bo nîqaşkirina vê mijarê komxebateke li ser asta Bakur – Rojhilatê Sûriyê were lidar xistin.