Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Îxaneta PDK’ê ya li dijî gerîla: Xelkê Rojava ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan bi şev û roj di nobetê de ne

 

ÎXANETA PDK’Ê YA LI DIJÎ GERÎLA
XELKÊ ROJAVA JI BO WERGIRTINA CENAZEYÊN ŞEHÎDAN BI ŞEV Û ROJ DI NOBETÊ DE NE

Xelkê Rojava ev 8 roj in ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên HPG’ê Tolhildan Raman û Serdem Cûdî li deriyê Sêmalka kon vedane.

PDK’ê heta niha ti bersiv nedaye van daxwazan.

Malbatên şehîd Tolhildan Raman û Serdem ên di çalakiyê de cih digirin vê bangê dikin.

Di vê navberê de doh komek endamên dayikên aştiyê yên herêma Cizîrê xwestibûn derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.

Lê hêzên PDK’ê li deriyê Sêmalka pêşî li wan girt û destûr nedan dayik derbasî Başûr bibin.

Dayikan diyar kir ku heta ew cenazeyên zarokên xwe bigirin wê di nava berxwedanê de bin.

Yek ji çalakgeran jî dayika şoreşger Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa ye.

Sûat Mistefa ji PDK’ê xwest ku dest ji xiyanetê berde û cenazeyên şehîdan radestî wan bike.

Rojane xelkê Rojava qefle bi qefle berê xwe dide deriyê Sêmalka.

Û ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan di çalakiya xwe de bi israr in.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv