BBC
BÛYERÊN KOBANÊ ÇAWA DESTPÊ KIRIN Û DÛ RE ÇI QEWIMÎ?
BBC’yê li ser 7. salvegera bûyerên Kobanê nûçe-nirxandineke berfireh bi vê manşetê weşand:
BÛyerên Kobanê yên 6-8ê cotmeha 2014’an çawa destpê kirin û dû re çi qewimî?
Di nûçeya dosyayî de, ji destpêkê heta dawî serhildanên li bakurê Kurdistanê û deverên din bi berfirehî cih digirin.
Li ser mijarê nêrînên gelek kesan ên hemû aliyan hatine pirsîn.
BBC wekî din zextûzilma dewleta tirk a piştî serhildanê li ser HDP’ê meşand jî bi awayekî hejmarî û kronolojîk di dosyayê de rêz dike.