Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bi beşdarbûna Asayîşa Êzdixanê bersiva peyama 9’ê Cotmehê didin

 

Ciwanên Êzidî di salvegera yekemîn a peymana 9’ê cotmehê ya dijî Şengalê ku yek ji xalên wê hilweşandina Asayîşa Êzidxanê bû de, bi beşdariya nava refên asayîşê re bersiva peymanê didin. Ciwanan diyar kirin ku ew bi xwerêxistinkirin û perwerdeyê bersiva planên qirêj didin.
Salek beriya niha (2020) di 9’ê Cotmehê de, hikûmetên Bexda û Hewlêrê dijî Şengalê peymanek îmze kir. Piştre hatibû gotin ku dewleta Tirk û Amerîka jî li pişt peymanê hene. Li gorî peymanê dihat plankirin ku Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Asayîşa Êzidxanê û saziyên din ên girêdayî rêveberiya xweser werin tasfiyekirin.
Piştî îmzekirina peymanê jî, gelek caran artêşa Iraqê hewl da ku bikeve Şengalê û hat xwestin ku Asayîşa Êzidxanê were belavkirin.
Lê li hemberî peymanê gelê Êzidî û hemû pêkhateyên din ên Şengalê daketin kolanan û diyar kirin ku ewê heta dawiyê îradeya xwe biparêzin. Dema ku berxwedana gel encam da, dewleta Trik a dagîrker dest bi êrîşan kir. Herî dawî di 17’yê Tebaxa 2021’an de bi êrîşên nemerdane Fermnadarê YBŞ’ê Saîd Hesen û Biraziyê wî Îsa Xwededa, di 18’ê Tebaxê de jî bi êrîşa liser Nexweşxaneya Sikêniyê re 4 endamên YBŞ’ê û 4 xebatkranên tendûsristiyê şehîd bûn.
Li beramberî êrîşan gel helwesta xwe zelaltir kir û ciwanan jî berê xwe dan nava refên Asayîşa Êzidxanê, YBŞ û YJŞ’ê. Di vê çarçoveyê de 30 ciwanên Êzidî tevlî perwerdeya Akademiya Şehîd Selam (Pîr Xidir) ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, bûn.
Ciwanên tevlî perwerdeyê bûn û piştre jî cihê xwe di nava refên Asayîşa Êzidxanê de girtine, hestên xwe yên dijî planên ser Şengalê ji Rojnews re anîn ziman.
Ev Asayîş berhema keda şehîdane”

Endamê Asayîşê Xalid Salih: Asayîş di vê rewşa hesas a Şengalê de rolek girîng dilîze, lewma divê em xwe zana bikin. Ev asayîş berhema keda şehîdan e. Gelê me di fermanê re derbas bû, bi hezaran dayîk û xwîşkên me ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Ji bo tohildana fermanê ev asayîş hate avakirin. Em niha hemû pêkhateyên Şengalê diparêzin, li kuderê valatî hebe Asayîşa Êzdixanê bo parastinê wir amade ye.
Li hemberî êrîşên dijmin me pêwîstî dît vê dewreya perwerdeyê vekin. Ev dewre bersiva pilan û êrîşên dijiminan e. Erk û berpirsyariya me ye ku ji Şengalê heya Laleşê, em hemû pêkhateyên Şengalê biparêzin.
Sîpan Şengalî: Perwerede pêwîstiyek bû, em bi perwerdeyan dikarin civaka xwe bi parêzin û birêve bibin. Em encamên girîng ji perwerdeyê derxistin û emê vana bixin xizmeta gelê xwe. Em wek asayîş li kêleka gelê xwe disekinin û wan diparêzin. Bila gelê me zanibe em hemû zarokên Êdixanê ne û bi şev û roj dinava tekoşînê de ne. Em ji gelê xwe yê koçber dixwazin ku vegere ser axa xwe, me ewlekarî pêk aniye. Bila ciwan bere xwe bidin nava refên asayîşê.
‘Emê bersiva êrîşan bidin’
Bawer Êzidxan: Dema êrîş li ser hevalên me pêk hatin, me pêwîstî dît ku xwe bihêztir bikin û parastina civaka xwe bikin. Em amadene gelê xwe ji her êrîşekê biparêzin û emê bersiva her êrîşek bidin. Pêwîste em wek ciwanên Êzidî pêşengên xwe yên şehîd jixwe re bikin mînak. Wan ji bo vê civakê canê xwe dan. Pêwsîte ciwanên me yên li kampên Başûrê Kuridistanê dimînin, vegerin ser axa xwe û li Şengala pîroz xwedî derkevin. Ji bilî Asayîş, YBŞ û YJŞ’ê wê kes nikaribe me biparêze. Civaka me jî pişta xwe bi kesî girê nade.
Dilgeş Êzidxanî: Bi hezaran salane dijim û desthiladar civaka me kiribû kole. Em wek ciwanên Êzidî nehf xwe perwerde dikin da ku civaka xwe ji vê çarçoveyê derxînin. Asayîş ji bo parastina vê civakê heye ku nehêle destê dijim bikeve nav civaka me. Kîjan hêz destdirêjiyê li ser axa me bike wê Asayîşa Êzdixanê dijî wê bisekine. Em şopdarên şehîdên xwe ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv