Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mihemed Seydî: ‘Planên 9’ê Cotmehê û Şengal’

 

MIHEMED SEYDÎ / WELAT
PLANÊN 9’Ê COTMEHÊ Û ŞENGAL

9’ê Cotmeha 2020’an bû PDK’ê û hikûmeta navendî ya Iraqê bi serpereştiya NY û bi pîrozkirina dewleta tirk û Amerîkayê li ser Şengalê peymanek îmze kirin. Peyman ew peyman bû ku bi darê zorê rêveberiya niha ya li Şengalê ji holê rakin, hêza êzidiyan a parastinê tune bikin û weke ku tişt nebûye û 3’ê Tebaxê ferman neqewimiye vegerin û bibin desthilat.

Niha jî li her devera ku Rêveberiyên Xweser bi rêve dibin, dixwazin ji holê rakin. Bi nêzbûna vê roja bêbext, ango 9’ê Cotmehê, li ser Şengalê tevgerek çêbû. Ew tevgera PDK’ê û hikûmeta navendî ya Iraqê bû ku xwestin bi hêzeke çekdarî bikevin Şengalê û xelkê herêmê bi mezin û biçûkan rê girtin û nehiştin yek panzêr derbasî nava axa êzidiyan bibin.

Xelkê Şengalê dema tu ji wan dipirsî ka hûn çi dibêjin?!Van hevokên xwe tînin ziman:
“Ma me ji bîr kiriye ku van panzêrên niha dixwazin pê bikevin Şengalê em di destê DAIŞ’ê de hiştin û reviyan. Ma me ji bîr kiriye ku ev çek di destê wan de bûn û şer nekirin û reviyan. Ma me ji bîr kiriye ku jinên êzidî û zarokên Êzidxanê bi sedan hîn çarenûsa wan nediyar e û winda ne û ew PDK’ê sedem û sûcdar e. Ma me ji bîr kiriye ku zarokên Êzidxanê bê av man û berê xwe didan ezman ka belkî mucîzek biqewime û tava tebaxê de çend ewr kom bibin û çend niqut av bi ser wan de bibarin.

Di vê rojê de hêviyên ku ne mumkun bûn pêk werin hatin kirin. Ew jî ji ber di destê hovîtiyê de hatin hiştin. Ew PDK’ê bû Şengal hişt û reviya. Ka bila her yek xwe bixe şûna êzidiyek û van tiştên ku nayên jibîrkirin werin serê wan û bibêjin em ê ji bîr bikin, bibêjin bila PDK’ê were Şengalê ma çi bûye ew jî kurd in. Bila ev yek ji wijdana wan re be û biryarê bidin.”

Îro êzidiyên li Şengalê di rûyê hêza PDK’ê de û di rûyê her endamekî wê de rûyê DAIŞ’yekî dibînin. Ji ber hinek celad bûn û hinek jî ew bûn ku destê wan girêdan. Tu ferqê di nava DAIŞ û endamên PDK’ê de nabînin. Lewma nikarin qebûl bikin û qebûl nakin ku PDK û dewleta tirk werin Şengalê û komploya 9’ê Cotmehê were dewamkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv