LI BAKURÊ KURDISTANÊ ZILMA DEDAŞ’Ê
ŞÊNIYÊN FARQÎNÊ LI DIJÎ DEDAŞ’Ê DAKETIN KOLANAN
Şîrketa Belavkarina Ceyranê ya Dicleyê, bi awayekî neheqî fatûreyên giran li welatiyan dibire.
Şîrketa gendel, li navçeya Ferqînê ya Amedê, sayacên ceyranê derxist ser dîrekan.
Welatiyên li taxa Konakê bertek nîşanî vê neheqiya DEDAŞ’ê dan.
Li ser vê yekê DEDAŞ’ê di saetên şev de ceyrana taxê birî.
Welatiyên taxê bi armanca vê pêkanîna neheq şermezar bikin daketin kolanan û çalakî lidar xistin.