Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedêrên Werxelê peyam dan!

 

Gerîlayên li qada Werxelê li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin gotin, “Em rê nadin ku neyar bi hesanî têkeve nav axa ku bi xwînê hatiye şuştin. Em soz didin, bi vî ruh û baweriyê heya bêhna xwe ya dawiyê em ê têbikoşin û bi ser bikevin!”

Berxwedêrên Werxelê peyamek ji raya giştî û hevrêyên xwe re şand.

Berxwedêran destnîşan kirin ku wê rê nedin neyaran ku bi hêsanî têkeve nava xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye kuştin û gotin, wê heta dawiyê têbikoşin û bi ser bikevin.

Peyama berxwedêrên Werxelê wiha ye:

“Di vê berxwedanê de; di serî de ji Rêber Apo re, hevalên li zindanan, hevalên dozê re û tevahiya gelê xwe yê bi hezkirin û azadiyê ve dilsoz e, bi vîn û germahiyê silav û hezkirinên xwe dişînin.

Wekî ku hûn jî zanin bi şiyara ku pêşengên me yên destpêkê Mazlum Dogan, Kemal û Xeyriyan berz kirin, ji 23’ê Nîsanê û vir ve li dijî konsepta tunekirina gerîla û tasfiyekirina doza azadiyê bi pêşengtiya fermandarên me Serhed, Diyana, Bawer û Delalan têkoşîn û berxwedaneke mezin tê meşandin.

Di vê berxwedanê de hemû heval di warê moral û kelecanê de li asta herî bilind e. Di vê berxwedanê de gelek hevalên me heya deqeya xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn. Em jî wek şopdarên doza wan, pêwîst bike heya parçeyê dawî yê hestiyê xwe feda bikin. Û pêwîst bike em ê wek Zîlan li hember neyar bibin fedaiyên jiyanê.

Em rê nadin ku neyar bi hesanî têkeve nav axa ku bi xwînê hatiye şuştin. Em soz didin, bi vî ruh û baweriyê heya bêhna xwe ya dawiyê em ê têbikoşin û bi ser bikevin!”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv