Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Belçîkayê doz li tîma kuştinê ya Tirk hate vekirin

Têkildarî hewldana sûîqestê ya li dijî Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, lêpirsîna li Belçîkayê bi rê ve diçû temam bû û doz hate vekirin.

Di lêpirsînê de delîlên şênber hene ku digihêjin Enqereyê. Demeke dirêj biryara nepenîtiyê li ser dosyayê hebû.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên dosyayê hatin wergirtin, Dozgeriya Belçîkayê destpêkê ‘bi rengekî ecêb’ îdîa kir ku pêwîstî bi dozê nîne û xwest dosya bê girtin.

Biryara li ser girtin an jî negirtina dozê wê di 27’ê Nîsanê de ji aliyê Dadgeha Hiqûqê ya Esliyeyê ya Brukselê bihata dayin, lê belê hate taloqkirin.

Di rûniştina dawî de ya 21’ê Gulanê pêk hat, ji bo biryardanê 18’ê Hezîranê hate destnîşankirin. Di rûniştina dawî de biryar hate dayin ku doz bê vekirin. Dozgerî vê carê li ber ranebû. Rûniştina destpêkê ya dozê wê 1’ê Cotmehê pêk were.

Ev biryar li Ewropayê gaveke nû û yekane ye. Tîma sûîqestê ya Tirk wê li gel pêwendiyên xwe bê darizandin.

Li gorî çavkaniyên nêzî dosyayê, di lêpirsînê de delîlên gelekî girîng hatin bidestxistin. Tê gotin ku bi taybetî pêwendiya yekser bi Enqereyê re heye.

NAVEND FRANSA YE

Navenda tîma kuştinê li Fransayê ye. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, tevna sîxur û kujeran a ser bi Enqereyê ve, li Parîsê ye. Haya rayedarên Fransayê jî ji vê yekê heye. Agahiyên ku rayedarên edlî yên Belçîkayê ji Fransayê xwestin, heta astekê hatin dayin. Qeyda telefonê, wêne û belgeyên gumanbaran, têkiliya navbera wan raxist pêş çavan û nîşan da ku pêwendiya wan yekser bi Qesrê re heye.

Di lêpirsînê de navê gelek kesan derkete pêş. Yê sereke jî Zekeriya Çelîkbîlek û Yakûp Koç e. Çelîkbîlek ku leşkerekî berê ye li herêma Parîsê dimîne. Yakûp Koç jî li gelek welatên Ewropayê derbas bû.

Wesayiteke reş a bi marka Mercedes Classe E ku Hezîrana 2017’an dema li dora Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a li Brukselê keşif dikir hate tespîtkirin û rawestandin, tê de Zekeriya Çelîkbîlek ê ku navê ‘albay’ bi kar tîne, Yakûp Koç ê ku nasnameya polîsê Tirk pê re bû û sîxurê vê şebekeyê Haci Akkûlak ê ‘bi eslê xwe Kurd’ hebûn. Akkûlak dema ku fêm kir ku mesele digihêje asta sûîqestê, rayedarên Kurd hişyar kir û bi polîsên Belçîkayê re hevkarî kir. Karsazekî Tirk ê bi navê Necatî Demîrogûllari yê li bajarê Gentê bi alîkariya lojîstîk a ji bo vê tevna kuştinê tê sûcdarkirin. Demîrogûllari di heman demê de zavayê Yakûp Koç e.

Di lêpirsînê de navê gelek kesan û têkiliya wan a bi rêveberên ‘payebilind’ ên li Tirkiyeyê hatin tespîtkirin. Ji ber biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê agahî nayên eşkerekirin.

Lê belê ANF’ê di nûçeya xwe ya 25’ê Adara 2021’ê de wêneyên Zekeriya Çelîkbîlek weşandibû ku li hewşa qesra Beştepe ya Serokkomarê Tirk Erdogan û li Sefaretxaneya Tirk a li Parîsê hatibûn kişandin.

Yek ji van wêneyan jî wêneyê Çelîkbîlek ê bi Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Fransayê yê berê Îsmaîl Hakki Mûsa re hatibû kişandin. Di lêpirsîna Belçîkayê de navê Mûsa weke ‘koordînatorê’ tevna li Belçîkayê eşkere bû, tê derbaskirin.

Mûsa ku rayedarê asta duyemîn ê payebilind ê MÎT’ê yê berê ye, piştî ku gumanên têkildarî wî zêde bûn 14’ê Adarê ragihand ku wezîfeya wî ya li sefaretxaneyê temam bûye û vegeriya. Mûsa di Çileya 2013’an de dema li Parîsê sê jinên şoreşger ên Kurd hatin qetilkirin, payebilindê herî jor ê di asta duyemîn de yê MÎT’ê bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv