QUTKIRINA AVA FIRATÊ
REWŞ WIHA HERE BENDAVA FIRATÊ WÊ RAWESTE
Dewleta Tirk a dagirker ji 27’ê Çile ve ava çemê Firatê ji ser bakur-rojhilatê sûriyê qut dike.
Ev jî bi awayekî neyînî bandorê li çandiniyê û rewşa jiyanî ya şêniyên herêmê dike.
Di encama kêmbûna ava Firatê de, jehrîbûna bi avê di nava şêniyan de zêde bûye.
Her wiha rêjeya derxistina kehrebeyê ango ceyranê jî kêm bûye.
Hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê Welat Derwêş hişyarî da û got;
Eger dewleta Tirk qutkirina ava çemê Firatê heya meheke din bidomîne, bendav wê raweste.