LI ROJAVA PARASTINA EKOLOJIYÊ
GERÎNENDETIYA EKOLOJIYÊ BANGA PARASTINÊ KIR
Gerînendetiya Ekolojiyê ya Herêma Firatê di sala 2020’an de hate avakirin.
Xebatê wê çandina daran, avdan, lênerîna wan û avakirina şitilgehan e.
Gerînendetiyê li gundê Til Xezal daristana 4’ê Nîsanê, li gundê Xorxorî daristana Hêvî û li navçeya Şêranê jî daristana Şehîd Fîras Efrîn ava kiriye.
Lê belê xebatkarên gerînendetiya ekolojiyê, ji ber xemsariya wan ji şêniyênb herêmê ne razî ne.
Ji ber ku demeke daristan têne şewitandin, qirêjkirin û birîn.
Gerînendetiya Ekolojiyê, bang xwedîderketina li daristanan û şînatiyê li şêniyên herêmê kir.