XWEZAYA KURDISTANÊ TALAN DIKIN
LI XOZATÊ KANA MERMERAN TÊ ÇÊKIRIN
Li Tirkiyê bêusûlî û sextekarî pêşî li rantê û talana xweza yê vedike.
Şîrketa Batin li ser girê Şamikê ku di navbera gundê Încîxa, Kîlîsa û mezrika Gugkurikê yên navçeya Xozat a Dersimê de ye, dest bi çêkirina kana mermeran kiriye.
Li herêmê ji bo vekirian kana mermeran şîrketê statuya Tepeyê Şamikê ku wek mêrg e dihat pênasekirin bi hevkariya Desteya Parastina Axê ve guherandiye.
Bi guhertina statuya mergê ve şîrketê ji Midûriyeta Hawirdor û Bajarsaziyê ya Bajêr belgeya “ne hewceyî rapora ÇED’ê ye” wergirtiye û destur kar girtiye.
Ji bo pêşî li vê talana xwezayê bigrin di pêşengiya Baroya Dersîmê, Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl komîsyonek hatiye avakirin.
Komîsyona hatî avakirin ji bo betelkirina kana keviran serî li rêyên hiqûqî dide û hewil dide pêşî li vê talanê bigre.
Şêniyê gundê Încîxa Kenan Karaagaç, destnîşan kir ku kana mermeran naxwazin û eger kan dest bi kar bike dê zirarek mezin bide xwezaya herêmê.
Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn, anî ziman ku bajar bi talana kanên maden û keviran re rû bi rû maye.
Kenan Çetîn bilêv kir ku di warê hiqûqî de her titş neqediyaye û gundî jî bi awayekî fiîlî li ber vê talanê radibin.