Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Civîna bilind a Bexdayê bi dawî bû: Misir û Siûdî li hemberî êrişên Tirkiyê derketin

 

CIVÎNA BILIND YA BEXDAYÊ BI DAWÎ BÛ
MISIR Û SAUDÎ LI HEMBERÎ ÊRIŞÊN TIRKIYÊ DERKETIN

Di civîna bilind ya li Bexdayê de, nûnerên Erebistana Siudiyê, Misir, Kuwêt, Tirkiye, Urdun, Emerîka û Fransa amadebûn.

Welatên beşdar li ser pêşxistina avakirina Iraqê û têkoşîna bi terorê re piştgiriya xwe beyan kirin.

Yek ji mijarên ku derket pêş bê ku navê Tirkiyê were bilêv kirin, êrişên wê yên li ser başûrê Kurdistan û Şengalê bû.

Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî got: “Misir hemû destwerdanên ji derve yên di nava kar û barên Iraqê de û êrişên nerewa yê li dijî xaka wê red dike.

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan jî da xuya kirin ew qabûl nakin ku hin welat ji derve ve mudaxaleyê nava Îraqê bikin.

SERDANA MACRON YA ÎRAQÊ
MACRON: “ÊZDIYÊN KOÇBER JI BER ÊRIŞÊN TIRKIYÊ NIKARIN VEGERIN”

Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî behsa girîngiya şerê li hemberî terora DAIŞê kir û got:

“Em teqez dikin ku Fransa wê piştgiriya xwe ji bo pêşxistina Iraqê û têkoşîna hevpar a li dijî terorê bidomîne.

Piştî civînê Macron çû serdana hin komên Etnîk û olî yên li Îraqê.

Di vê çarçvoê de li Hewlêrê jî bi serokê herema başûrê Kurdîstanê Necirvan Barzanî re hevdîtin pêkanî.

Macron herwiha derbasî Musulê jî bû di hevdîtinên xwe da da xuya kirin Fransa wê di tekoşîn ali dijî DAIŞê de li cem gelên heremê be.

Macron tekildarî plana vekişîna hêzên Amerîkî yên ji Îraqê got: Em weke Fransa li Îraqê ne girêdayî biryarên Amerîkayê ne, vê gavê niyeta me tine em vekişin.

Macron li Musilê li gel kesayetên olî û siyasî yên bajêr civiya.

Macron derheqê rewşa Şengalê de wiha axivî: “Ji ber êrişên DAIŞ’ê bi hezaran Êzidî mal û xaka xwe hiştin û penaber bûne. Niha nikarin vegerin Şengalê, ji ber ku Tirkiye êrişî wan herêman dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv