Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ev 13 roj in çiyayên Dersimê dişewitin û destûra vemirandinê nayê dayîn

 

DEWLETA TIRK QIRA XWEZAYA KURDISTANÊ TÎNE
EV 13 ROJ IN ÇIYAYÊN DERSIMÊ DIŞEWITIN Û DESTÛRA VEMIRANDINÊ NAYÊ DAYÎN

Li navçeya Dersimê Xozatê artêşa dewleta Tirk li qada Danziyê dest bi tevgereke êrişê kiribû û paşê agir bi qada daristanî xistibû.

Ev 13 roj in herêmeke berfireh a li vê derê dişewite.

Ji ber ku nerazîbûn zêde bû, walîtiya dagirkeriyê ya li Dersimê tenê bi du helîkopteran dest li şewatê werda.

Lê şewata li herêmê mezin bû

Vê carê jî li qada Firtina Velî ya Geliyê Munzûrê şewat dest pê kir.

Û bi bandora ba berbelav bû.

Ji bo vemirandina şewata li Xozatê hêzên ked û demokrasiyê ketin dewrê.

Heyetek ji HDP, DBPê û rêxistinên civakî berê xwe dan qada Karaoglan.

Endamên heyetê xwestin derbasî biçin qada şewat lê heye û vemirînin.

Lê artêşa dewleta Tirk a dagirker rê neda heyetê.

Li vê derê Serokê Navenda Lêkolînên Dersimê Selman Yeşîlgoz li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dersimê daxuyanî da.

Selman Yeşîlgoz destnîşan kir, ji ber ku erdnîgarî ya Kurdan e, tê şewitandin û got, em vê şewatê weke êrişeke topyekûn a li dijî erdnîgarî, daristan, ziman û çanda xwe dinirxînin.

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî destnîşan kir, ku agirê bi çiyayên Kurdistanê tê xistin, nîşaneya dijminahiya li Kurdan e.

Salîha got, ji sala 1938’an heta niha dewlet bi zanebûn erdnîgariya Kurdan dişewitîne û dirûxîne.

Ev encama polîtîkaya dijminahiya li Kurdan e.

Em ê li dijî van êrişan têkoşîna xwe bidomînin.

Endamên din ên heyetê parlementerên HDPê Mahmût Togrul, Mehmet Ruşt Tiryakî û şaredarê Dersimê Fatîh Mehmet Maçoglu jî banga têkoşîna hevpar kirin.

DEWLETA TIRK QIRA XWEZAYA KURDISTANÊ TÎNE
ARTÊŞA TIRK VÊ CARÊ LI BESTAYÊ AGIR BI QADA QURTA XANÊ XIST

Ne tenê li Dersimê, li herêma Botanê jî artêşa Tirk agir bi çiyayan xistiye.

Beriya 4 rojan artêşa Tirk bi gullebarana ji helîkopteran agir bi bejahiya gundê Mêhrîna yê Bestayê xistibû.

Herî dawî jî li qada Qurta Xanê ya heman herêmê, artêşa Tirk agir bi qada daristanî xist.

Xelkê herêmê xwest şewatê vemirîne, lê artêşa dagirker li vir jî destûr neda.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv