HEVDÎTINA DAGIRKERÎ Û ÊRIŞAN!?
WEZÎRÊ ŞER Ê TIRK Û WEZÎRÊ BERGIRIYÊ YÊ IRAQÊ HEVDÎTIN KIRIN
Serdana wezîrê Iraqî ji bo Tirkiyê li demeke ku dagirkeriya tirk êrişên xwe li ser Başûr, Şengal û herêmên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine, pêk hat.
Hevdîtin di bin siya komkujiyên dagirkeriya tirk de hat lidarxistin.
Piştî hevditnê aliyan dan xuya kirin wan li ser têkiliyên parastin, ewlekarî, sanayiya şer û hevkariya di bin van sernavan de nîqaşkirine.
Di daxuyaniyê de êrişên li dijî Şengal û Başûrê Kurdistanê ku serweriya axa Iraqê binpêdikin cih nagirin.
Hikûmeta navendî ya Iraqê di heqê êriş û komkujiyên dagirkeriya tirk ên li Şengalê de hê jî bêdeng e.
Çavkaniyên pê bawer dibêjin dibe ku di vê hevdîtinê de hikûmeta Iraqê hin tawîzên din jî dabin dewleta tirk a dagirker.
Têkildarî naveroka hevdîtina ku aliyan nexwest behsa detayan bikin, îhtîmala tawîzan û dewama êrişan zêdetir derdixe pêş.