FERMANDARIYA GIŞTÎ YA YPG’Ê:
DI ÊRIŞA HEWAYÎ YA ARTÊŞA TIRK DE FERMANDAR RÊNAS ROJ ŞEHÎD BÛ
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê şehadeta fermandar Selahattîn Şehabî bi nasnav Rênas Roj ragihand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn.
Artêşa Tirk a dagirker 19’ê Tebaxê li ser yêya Qamişlo û Hesekê êrişeke bi balafirên bê-mirov pêk anî.
Di êrişê de endamê konseya leşkerî ya YPG û ji fermandarên QSD’ê Rênas Roj gihişt şehadetê.
Fermandar Rênas Roj ji Rojhilata Kurdistanê ye.
Bi berpirsiyariyeke mezin berê xwe da nava refên şoreşê û cihê xwe di têkoşîna dîrokî de girt.
Li hember dijminê mirovahiyê DAIŞ û dagirkeriya Tirk bi fedakariyek mezin têkoşinek bêhempa meşand.
Wekî birayê xwe yê şehîd Rêbaz ku bûbû sembola ciwanên fedayî ya Kurdistanê ew jî bi seknek fedayî tevlî karwanê şehîdan bû.
Em di şexsê fermandar Rênas de, hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin.
Ji malbata wî ya hêja û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Em li hember her cure êrişên dijmin soza xwe ya tolhildanê dubare dikin.
SELAHATTÎN ŞEHABÎ
RÊNAS ROJ
ROJHILATÊ KURDISTANÊ / SAQIZ
DÊ Û BAV: EMÎNE-SEÎD
19’Ê TEBAXA 2021 / QAMIŞLO