Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: ‘Gerîlayên YJA-Star’ê li Metînayê derb li helîkopterên êrişê dan’

 

NAVENDA RAGIHANDIN Û ÇAPEMENIYÊ YA HPG’Ê:
GERÎLAYÊN YJA-STAR’Ê LI METÎNAYÊ DERB LI HELÎKOPTERÊN ÊRIŞÊ DAN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê û êrişên dawî yên li Avaşîn û Metîna ev agahî dan.

17’ê Tebaxê di saetên şevê de helîkopterên artêşa Tirk li xeta Qaşûra ya li herêma Metînayê di nava tevgerê bûn.

Di heman demê de li nehiya Kanî Masî ya Amediyê jî devgereke zêde ya helîkopteran çêbû.

Hlîkopterên hewldan derdora gundên Kêste, Hirorê, qadên girê şehîd Çiya.

Û Kela Qûmriyê bombe bikin, bûn hedefa gerîlayên YJA-Starê.

Di encama vê çalakiya serketî de helîkopter êrişê derb xwarin û neçar man ji qadê dûrkevin.

19’ê Tebaxê jî li nehiya Dînartê ya navçeya Akrê, gundê Şiyê 4 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

Derdora gundên Kêste û Hirorê yên li nehiya Kanî Masî jî bi obus û hawanan hatin bombekirin.

Li herêma Avaşînê jî artêşa Tirk a dagirker careke din bigazên kîmyewî êrişî tunelên şer ên li qada Werxelê kir.

Her wiha bi teqemeniyan êrişî tunelan kir.

Heman rojê bi çekên giran bombe li tunelên şer ên li qada girê Sor jî barandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv