NIJADPERESTÊN TIRK
ÊRIŞÎ MALA CEMÊ YA ALÎ BABA SÛLTAN KIRIN
Şeva borî Komek nijadperest li navçeya Pendîkê ya Stenbolê êrişî Mala Cemê ya Alî Baba Sûltan kir.
Serokê Mala Cemê Tahîr Aslandaş Dede li ser hesabê xwe yê medya dijîtal êriş ragihand û diyar kir ku bûyer şev pêk hatiye.
Di parvekirina ku Dede kir de, tê dîtin ku derî û pencereyên mala cemê hatine şikandin.
Tahîr Aslandaş Dede da zanîn ku nasnameya erîşkaran ne hatiye dîyarkirin.