Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xelkê Bedlîsê li hember talana AKP’ê li ber xwe dide

 

XELKÊ BEDLÎSÊ LI HEMBER TALANA AKP’Ê LI BER XWE DIDE
POLÎSÊN TIRK BI FERMANA ERDOGAN ÊRIŞÎ ESNAFAN KIR, 70 KES HATIN BINÇAV KIRIN

Polîsên Tirk doh danê şevê li Bedlîsê elektîrîkên dikanên esnafan qûtkirin.

Bi guleyên plastîk û bombeyên deng êrişî esnafên Bedlîsê kirin.

Ev êriş bi fermana Erdoxan pêk hat..

Di Nîsana 2020’an de Erdoxan biryar da ku taxên Bedlîsêû yên, Devrîm, Gazîbey, Hersan,Ataturk û Muştakbaba nêzî 700 xanî û dikanên Bedlîsiyan werin hilweşandin.

Di nexşeyê de jî tê dîtin, cihê ku plan kirine hilweşînin, avahiyên bazirganiya bajêrin û wisa dixûyê wê pêşkeşî alîgirê AKP’yî yan bê kirin.

Li gor biryarê divê cihên ku di nexşeyê de sor hatiye nîşandan herî dereng heta 30’ê Tirmehê hatibûna valakirin.

Lê esnafên Bedlîsê ev biryara talanê red kirin û serî li dadgehê dan.

Dadgehê biryar da ku projeya hilweşînê were rawestandin.

Polîsên Tirk guh nedan biryara dadgehê û doh şêvê bi fermana Erdogan êriş birin ser xanî û avahiyên ku nehatine valakirin.

Xelkê Bedlîsê nerazîbûn nîşanî vê neheqiyê da û destûr neda avahiyên wan bên hilweşandin.

Polîsên Tirk bi gule û bombeyan êrişî gel kirin.

Gelek kes birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.

Her wiha di êrişê de Serokê Esnafên Bedlîsê jî di nav de zêdetirî 70 kes hatin bincavkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv