ESKERAN ÊRIŞÎ COTKARA KIR
2 KES BIRÎNDAR BÛN 7 HES HATIN BINÇAV KIRIN
Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ)li gelek deverê Kurdistanê bi awayekî derqanûnî ceyranê li ser cotkaran qût dike.
Cotkaran li gundê Pekmezler yê navçeya Kaniya Xezalan a girêdayî Rihayê bertek nîşanî vê dan.
Eskerên Tirk mudaxeleyî çalakiya cotkaran kir.
Li ser vê Cotkaran rê li çûnûhatinê girtin û doza mafê xwe kirin.
Eskeran bi TOMA û gaza îsotê êrîşî cotkaran kirin.
Di encama êrişê de 2 kes birîndar bûn û 7 kes hatin girtin.