SEKRETERÊ PARTIYA ÇEP MIHEMED MÛSA
“BÊDENGIYA ALIYÊN SIYASÎ WÊ KARESATÊ BI XWE RE BÎNE”
Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsanê ve êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna dike.
Li aliyekî din jî tevgera hêzên ser bi PDK`ê ve li nêzî qadên gerîla zêde bûye.
Di 26’ê Tîrmehê de jî gundê Bêxme ya girêdayî navçeya Xelîfan a Başûrê Kurdistanê hêzên PDK’ê êrişî komeke gerîla kir.
Ji wê demê ve ji 3 gerîlayan agahî nayê girtin.
Têkildarî mijarê, sekretêrê giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa axivî.
Mûsa narazîbûn nîşanî bêdengiya aliyên kurdî yên Başûrê Kurdistanê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker da û got, bêdengiya li hemberî êrişan, wê ji bo gelê Kurd encamên bi tehlûke bi xwe re bîne.
Li ser êrişa hêzên PDK’ê ya li dijî koma gerîla jî ev nirxandin kir.
Dewleta Tirk dijminê tevahiya Kurdan e. Ev kiryarên PDK’ê xizmetê ji dagirkeriyê re dike.
Divê PDK demildest li ser bûyerê raya giştî agahdar bike û dest ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde.