“BI RUHÊ 15’Ê TEBAXÊ EM Ê RÊBER APO AZAD BIKIN”
XELKÊ EFRÎNÊ JI BO AZADIYA RÊBERÊ XWE MEŞIYA
Di meşê de bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê hatin berzkirin.
Meş ji pêşiya parka Rêbertî ya li gundê Til Sosînê veguherî mitîngê.
Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin.
Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Zelûx Bekir bêdengiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li hemberî tecrîdkirina rêber APO şermezar kir
Zelûx Bekir anî ziman ku armanca tecrîdê têkbirina fikir û felsefeya rêber APO ye û got:
Tenê bi azadkirina Rêber Apo wê hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin.