Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zozan Çewlik: ‘Fermandar Egîd bû dengê berxwedana gelê Kurd’

 

FERMANDARA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA-STAR’Ê ZOZAN ÇEWLIK:
FERMANDAR EGÎD BÛ DENGÊ BERXWEDANA GELÊ KURD

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik Pêngava 15’ê Tebaxê ANF’ê re nirxand.

Zozan Çewlik Cejna Vejînê li Rêber Apo, li şehîdên doza Kurdistanê li gel û gerîla pîroz kir û ev nirxandin kirin:

15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd, gelên çewisandî û jinan bûye serdemek nû û serdema fitlonekê.

Guleya pêşî rûpeleke nû ya dîrokê ye ku ji bo gelê Kurd û jinan pê dastana azadiyê hatiye nivîsîn.

15’ê Tebaxê di dîroka Kurdistanê de mîladeke e ku tê maneya gelek tiştên nû.

Ew hiş û bîreweriya ku guleya 15’ê Tebaxê areste kirî helbet îdeolojî û paradîgmaya Rêbertî ye.

Pêngava 15’ê Tebaxê her wiha di şexê PKK’ê de navê jiyana azad a alternatîfî pergalê ye.

15’ê Tebaxê ji bo jinan jî hem destpêka têkoşîna çekdar, hem jî afirandiya jina azad e û xwedîderketina li îdeolojiya Apoyî û felsefeya Apoyî ye.

Bi pêşengiya YJA Star û HPG’ê îro li Pêngavên Şoreşger a Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê li eniyên şer şervanên ku bûne Egîd û Bêrîtan bi rengekî ku layiqî wan bin têdikoşin û li ber xwe didin.

Berpirsyariya me ya sereke ye ku em tecrîda li ser Rêbertî bişkînin, operasyonên dagirker têk bibin, li ser xeta jina azad nirxên xwe biparêzin û bi vê bihistyariyê şer bikin.

Em sond dixwin ku bibin layiqî şehîdan û bigihijin serfiraziyê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv